Polîtîk

Ahenga kurdan li Swêd

 

Li Stokholmê şeva 27/ 11, Encumena Kurdên Sûriyê li Swêdê ahengek muzîk û stiran amade kir bo revende kurdên Sûriyê li Swêdê. Armanca şevê hem pişgirtî bu, û hem bo revende kurdên Sûriyê li gelek bajarên Swêdê bighin hev. Dora 320 kes beşdar bûn. Programê şevê pir zengîn bo bi muzîkvan û hunermendan Fatê, Narîn Feqe, Cûdî, Isa, Beha Sexo û Hevraz Hesko.

Bi muzik, stiran û govend şevek pir pêkahatî derbas bo ta seet 01.00  û hemê beşdaran û hunermendan razî bûne xwe li ser şevê dana xwiye kirin.

Encumena Kurdên Sûriyê li Swêdê sipasiye dikin bo midlêmên xwe, mêvanên şevê ji kûrdên swêdê û hunermendên kurd yên beşdarî şevê bûn Narin, Cûdî, Beha û Hevras, û bi taybetî zor sipas bo mêvanên şevê ji Kurd 1 TV hundermend Fatê û hundermend Isa

Helbet beşdarbûna teva bi me re di vê ahengê de dewlemendiye bi xwe û şeva me xweş û geştir kir.

 

 

Encumena Kurdên Sûriyê li Swêdê 

Back to top button