Agir bi mala Kurdekê Kanada ket

Li bajarê Markhama li Kanada agir li mala Kurdekê dikevê û ji ber agirê zarokekê temen 12 salî canê xwe ji dest dide, dayik û birayekê din jî dişewitin û kurekê din jî ji xanî xwe avêt xwarê û lingekê xwe şikand.

Ew malbata Kurd dû sale li Kanada dijîn û li malbatekê pênc kesî pêkhatine, dema agir li malê ketiye Serokê malbatê Tahir Hemesalih li malê nebûye û bi gotina birayekê Tahîr li derve buye û çuye hinek kelupel û pêdiviyên malê bikirê.

Rûdan demjimêr 10:00 ê sipêdê ya roja yekşemê 17.05.2020 rûdaye, Newzad Heme Salih, birayê Tahîr ku li Kurdistanê dijî di derbarê çawayiya rûdanê dibêje: “Piştî ku agir dikevê jinbira min û sê zarok li mal de dimînin û ziyan bi wan digihe”.

Polîsê Kanada ragihandiye, guh li dengê teqînekê buye û gihîştine cihê rûdanê û dîtine ku sê kes birîndarin û agir li malek ketiye.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: