Cîhan

Îran îsal dijayetiya Îsraîlê nake

Biryarbû roja 22ê mehê wekî hemû salekê li Îranê dijî Îsraîl rêwresm û xwepêşandan bihata encamdan ku bi roja Qudis hatiye nasîn. Lê belê virusa Korona wê helkeftê bi neçarî li Îranê hilweşand.

Encûmena Hemahengiya Bangeşeya Îslam li Îranê, balkişand li ser zêdebûna pêketiyên virusa Korona û biryarê daye wê helkeftê betal bikin.

Piştî şoreşa 1979 ya Îranê Ayetula Xumeynî Rêberê Şoreşa Îslamiya Îranê roja înê li nav meha remezanê wekî roja dijayetîkirina Îsraîlê û palpiştîkirina Filistînê nasand. Ji bilî Îranê li çend welatekê din jî rêwresm birêvediçê. Ji bilî Îsraîlê jî dijî Amerîka û Suudiye jî dirûşman diavêjin.

Biryar bû îsal li rêya qefleya otombêl û Motorskîlan û ji salên berê cûda, roja Qudis birêvebiçê û têda, Elî Xameneyî Rêberê Bilindê Şoreşa Îslamiya Îranê li rêya televizyonê gotarek pêşkêş bike.

Back to top button