
Piştî WhatsApp biryar da ku prensîbên xwe yên ewlehiyê biguherê û herkesekî bixwaze WhatsApp kar bîne gerek heta 15ê Gulanê daxwaziya WhatsAppê qebûl bike heyne nikare vê app a pêwendiya di medya civakî de bi kar bîne. Ji ber ku WhatsApp biryar daye ku agahdariyên bi WhatsApp ê de hene dê li gel Facebookê parve bike. Yanî hêdî pirsa nehîniya WhatsApp namine. Ji bo vê yekê jî gelek kes li welatek wek Tirkiye û bakurê Kurdistanê xwe ji WhatsApp ê didin aliyekî û berê xwe didin aliyên wek BIP û Telegram ê.
Lê hinek pispor dibêjin ku, di bingehê xwe de hemî wek hevin. Rastiyê de tu ewlehiya kesekî di pêwendiyan de tuneye. Mimkine hinek ewlehî her demî di hinek welatan de bidin otoriteya wî welatî. Hinek dezgehên dewletê agahdariyan ji van sistema dixwazin û ew jî ji bo berjewendiya xwe vê yekê qebûl dikin.