Kedera helbestên Nîzar Yosif

Di hêla afirandina berhemên edebî/şaxê helbestê de rojavayê Kurdistanê serî dikşîne. Wek hejmar helbestvanên kurd ên rojava ji helbestvanên parçeyên din ên Kurdistanê pirtir in û wek pirtûk jî pirtûkên helbestan ên helbestvanên rojavayê Kurdistanê ji parçeyên din pirtir in.

Min wek xwendevanekî wêjeya/edebiyata kurdî, herî pir pirtûkên helbestên helbestvanên rojava xwendiye. Niha jî di destê min de du pirtûkên helbestan ên helbestvan birêz Nîzar Yosif hene, ez dixwînim. Navê yekê ”Kêferata paytexta kor” û navê a din ”Kedera Min”e.

Çapa herdu pirtûkên helbestan di sala 2016an de bûye. Birêz Konê Reş ji bo ”Kêferata paytexta kor” pêşgotin nivîsiye. Birêz M. Xelîl Mistefa jî ji bo pirtûka bi navê ”Kedera Min” pêşgotin nivîsiye. ”Kêferata paytexta kor” 126 rûpel e û tê de 53 cih girtine. Pirtûka ku navê wê ”Kedera Min” e 95 rûpel e û tê de 49 helbest hene. Di herdu pirtûkan de li ser hev 102 helbest hene.

Ez nikarim yekoyek li ser naveroka hemû helbestan bisekinim û nikarim mijara wan yek bi yek diyar bikim, rave bikim. Ez ê bi gelemperî behsa hinek helbestan bikim û mijara wan, tema û naveroka wan bi kurtahî rave bikim.

Ji pêşgotina birêz Konê Reş diyar dibe ku 3 dîwanê helbestvan Nîzar Yosif hene. Dîwana wî ya yekem navê wê ”Rêwiyê xewna efsûnî” ye. Herduyên din jî yên ku li jor min navên wan nivîsiye.

Temaya bingehîn a helbestên Nîzar Yosif hezkirina însanan, ziman û welat e. Kurdiya/kurmanciya wî jî resen e, zelal e, kurdiyek pak e, paqij e û herweha zimanekî edebî/wêjeyî ye.

Helbesta yekem a pirtûkê ”Kêferata paytexta kor” e ku navê xwe daye pirtûkê.

”Vê serdemê

Kêliyên xewnên bêçare

Di hundirê tarîstanê de vêxistin

Kuştinê deriyê jiyanê vekirin

Textê bêbextiyê derizî

Paytext îro ji mirinê

Li dijber hatina rojê

Hêza dawî

Kêferatê vala dike.”

Binêr rûpel – 13.

Helbestvan/şaîr Nîzar Yosif derbarê hemû parçeyên Kurdistanê de helbest nivîsiye, hestên netewî rave kiriye û bal kişandiye ser rojhilatê Kurdistanê. Ew di helbesta xwe a bi sernavê ”Çavdêrên Em” de dibêje :

”Bêhna xwînê ji rojhilatê Kurdistanê ve tê

Barana reş li xwezaya Zagrosan dibare

Siruşt kirasê xemgîniyê li xwe dike. ”

Rûpel – 22.

Li rojhilatê Kurdistanê, li Îranê her roj kurdan bi dar ve dikin, dieliqînin, îdam dikin. Li bakurê Kurdistanê her roj li çiya û deştan, lî navçe û bajaran kurd dikujin. Dewletên dagirker, dagirkerê komara hov a îslamî û komara kemalîst/faşîst a Tirkiyê herr oj kurd dikujin.

Helbestvan Nîzar Yosif di helbestek xwe de jî nakokî û têkoşîna li hemberê kevneperestiyê tîne zimên. Nakokiyên di nav tarî û ronahiyê de, di nav qencî/başî û xirabiyê de, di nav kevneperestî û nûjeniyê de, di nav paşverûtî û pêşverûtiyê de, di nav dîktatorî û demokrasiyê de, ku di nav hemû civakên cîhanê de xwe didine nîşandan taswîr dike, bi malikên balkêş rave dike.

Ew di helbestek xwe de dibêje :

”Agirê kevneperestan

Gewdeyê nûjenan dipişîne

….

Viyan sehwa xwe bi êgir re dipekîne

Bi dûşewatê re

Li cîhanên veşartî

Şanê qehremaniyê

Û jehra nemirovan digerîne….”

Binêr rûpel – 29

Di welatê dagirkeran de û li bakur, rojhilat û rojavayê Kurdistanê de ji ber tunebûna demokrasiyê, wekheviyê, dadiyê/adaletê û hebûna dîktatoriyê, bêadaletiyê, welat û jiyana wir bûye wek jiyanek di zîndana vekirî de jîyîn e. Nîzar Yosif vê di helbesta xwe a bi sernavê ”penceşêriya peykeran” de weha tîne zimên.

”Zîndan a vekiriye

Hertişt tê de qedexe ye

Bînandin

Bihîstin

Bihin kirin

Axaftin

Dest pêlandin

Tenê,

Tenê peyker bi sehw in

Bi ruxandinên wan re

Hestên mirî deng vedidin.”

Binêr rûpel – 39

Peykerên dîktatoran dê di pêvajoya demê de yek bi yek bêne ruxandin. Çawa ku peykerên Saddamê dîktator hatin xerabkirin dê peykerên Xumeynî, Hafiz Esad, Mistefa Kemal jî dê werine şkestin, ji holê werine rakirin. Dê di pêşerojê de di hersê parçeyên Kurdistanê de alên dewletên dagirker bêne daxistin, peykerên dîktatorên dagirker bêne xirab kirin.

Di pirtûkê de bi sernavê ”Hetav a Barzan” helbestek dirêj (6 rûpel) li ser serokê netewa kurd, Barzaniyê nemir heye. Ev helbest jî weke helbestên din ên di pirtûkê de cih girtine hêjayê xwendinê ye. Ji bo ku helbest dirêje min negirt vir. Di helbestê de dibêje : ”Tu sembol î.” Bi rastî jî serokê netewa kurd Barzanî sembola netewa kurd e, sembola hestên netewî ye, sembola mêrxasî û berxwedana gelê kurd e. Divê kurdên herçar parçeyên Kurdistanê serokên netewî Barzanî, Qadî Muhamed, Şêx Saîd û Seyid Riza herdem bi bîr bînin, bi rêz/hurmet behsa wan bikin.

Helbestvanê kurd î bin xetê, birêz Nîzar Yosif di helbestên xwe de digel mijara evîna welat, azadî, rizgarî, têkoşîna li hember dagirkeriyê û dîktatoriyê, bal dikşîne ser sînorên/hidûdên ku welatê kurdan Kurdistanê bi xetên mayinkirî parçe kirine. Di wê demê de li cîhanê dewleta herî bi hêz a dagirker ango dewleta Îngilîzan ji bo ku tola xwe ji Siltan Selhadînê Eyûbî hilînin, newiyên Selhadînê Eyûbî bêdewlet hêştin. Wan nehêşt ku kurd bibine dewlet. Wan ji areb û tirkan re dewlet damezrandin û nehêştin kurd bibine xwedî dewlet. Kurdistanê kirin 4 parçe di nav tirk, areb û farisan de. Lewre jî weke ku di helbestê de tê gotin :

”Sînor biraderan ji hev vediqetînin

Tixûban dilên xelkê me seyandin.”

Helepçe nayê ji bîr kirin û helbestvan Nîzar Yosif jî Helepçeyê ji bîr nekiriye. Wî li ser Helepçê jî helbest nivîsiye.

”Hilgirên jahrê

Barên şewatê barandin

Ji dojehê re vekirin derî

Gurmînê hertişt lawaz kir

Wêranbûn şûn û avahî

Toza jahrê ba lewitand

Zelalkaniyan don girtin.”

Li ser giyanê nivîskar û siyasetmedarê kurd Mîşel Temo jî helbest heye. Helbestvan Nîzar Yosif di vê helbesta xwe de gotinên hilçinandî (ji xwe bingeha helbestan ji gotinên hilçinandi bi hunandina hunerî pêk tê) hildibijêre û bi malikên hunerî pêşkêş dike û herweha nivîskar û siyasetmedarê kurd Mîşel Temo bi bîr tîne. (Mîsel Temo bi bêbextî û bi şêweyeke tarî li Rojavayê Kurdistanê hate kuştin. Pirtûkek edebî/wêjeyî a Mîşel Temo a bi navê ”Gopalê Sor – kurteçîrok” li Stenbolê hate weşandin û kete destên xwendevanên kurd ên bakurê Kurdistanê. Ciwanê Avdal di derbarê pirtûka rahmetî Mîşel Temo de dibêje : ” Mîşel Temo di vê pirtûka çîrokan bingehên çîrokî bi temamî saz kiriye, ango wî saz û bendên çîrokan bi cih aniye. Ya rast di nêrîna min de, wî navdarî tu kêmanî nekiriye, lê belê zêde kiriye, gava ev çende çîrokên xwe bi hunereke afirandêr û bi raz û zêwek giranbuha rêz kiriye û bi hunereke çak van kesên bêkes di ristina çîrokên xwe de ava kiriye, mîna xirnikan û kûpan û dem û dîwar, sînor û zimanan….

Weke diyar e jî ku çawa gava dest bi rist û hûnandinê dike bi zimanê hin leheng û qehremanên çîrokê dide xuyakirin zor û sitema dagirkeran a li ser kesanê wî bûne, çi lêdan û êşkence û girtin be û çi biyanîbûn û tûnebûn û qedexekirina gel û ziman û dîrok be, ku her gav li gasîna welat pê dihisin û bi ziyan dijîn…

Ev gava ku nivîskar Mîşel Temo avêtiye yektirîn ji hezar gavên riya dirêj e, di riya wêje û çanda kurteçîroka kurdî de.” )

Helbestvan Nîzar Yosif li ser peymanên lihevhatinê di nav kurdan de jî helbestek baş û xweş nivîsiye. Û Kobanî, navçeya berxwedana gelê kurd, bajaroka navdar a rojavayê Kurdistanê. Li ser Kobanî çiqas roman, çîrok û helbest bêne nivîsîn jî têr nake. Divê hîn pirtir werine nivîsîn. Helbestvan Nîzar Yosif jî bi sernavê ”Pencereya Kobanî ye” helbest nivîsiye.

”Dorpêçkirina barana êgir

Ji leşkerên Xwedê dibare

Erd li ser Xwedanan digirî

Feryad li pey azadiyê dikeve

Pakrewanan ala welêt

Di tengaviyan de rakirin

Li pey azadiyê dikevin.”

Binêr rûpel – 79.

Di pirtûka helbestên Nizar Yosif de ”Zîl dide Kurdistan” , ”Bêhna azadî ” û gelek helbestên din hene ku min behsa wan nekir, hemû jî hêjayê xwendinê ne. Helbesta dawî a di pirtûkê de ye li ser Kobanîyê ye. Sernavê helbestê ”Zerî ya Kobanî yê” ye.

”Çima bi kensivîkî dinihêrî

Delala Kobanîyê

Bi çi dipûnijî

Şîrîna Kobanîyê

…..

Te xemla bûkaniyê girêdaye

Tu li hêviya siwarê Millîyî

Li bendî şahiya azadîyêyî

Li bendî mêranîya hemû kurdayî

Da ku şahiya bûkaniya te li darxin”

Pirtûka helbestên Nîzar Yosif a bi navê ”Kêferata paytextê kor” ji 2 beşan pêk tê. Di birê/beşa duyem de helbestên evînî û civakî cih girtine. Lêbelê ez ê beha naveroka helbestên ku di beşa duyem de ne nekim. Ji xwe ji navê beşê diyare, helbestên li ser evîn û civakê ne. Ez ê bi kurtahî behsa pirtûka helbestên Nîzar Yosif a duyem ku navê wê ”Kedera Min” e, bikim.

Di pirtûkê de 49 helbest hene. Birêz M. Xelîl Mustefa ji bo pirtûkê pêşgotin nivîsiye. Pirtûka yekem ku min behsa wê kir nediyar bû ku likur hatiye çap kirin. Lêbelê ev pirtûk li başurê Kurdistanê di nav weşanên ”Çapxana Kurdistan / Hewlêr”ê de hatiye çap kirin û weşandin.

Wek rexne na, lê wek balkêşî ez dixwazim bala M. Xelîl Mustefa bikşînim, heger wî carek din ji bo pirtûkek pêşgotin nivîsî, bila weha neke, tiştên gelemperî ku eleqeya wê, têkiliya wê bi pirtûkê ve tune nenivîse. Bila behsa pirtûka ku derbarê wê de pêşgotin dinivîse bike û bal bikşîne ser naveroka pirtûkê û mijara helbestan.

Pirtûka helbestên Nîzar Yosif ”Kedera Min” bi heman sernavê helbestê dest pê dike. Di pirtûkê de derd, kul û keder hene. Kurd bi derd û kul û keder in. Di serî de, dema dewleta mirov tunebe, welatê mirov rizgar nebe, gelê mirov azad nebe, mirov bi derd û kul û keder dibe. Derd, kul û keder herî pir jî di hest û ruhê/giyanê nivîskaran de, rewşenbîran de, siyasetmedaran de xwe dide nîşandan û bi devê helbestvanan tê rave kirin. Helbet ji nivîskar, rewşenbîr, siyasetmedar û helbestvanan mexsed ên ku welatparêz û neteweperest in.

Di helbesta ”Kedera Min” de ku navê xwe daye pirtûkê, kedera evînî tê rave kirin. Helbestvan di helbesteke de bal dikşîne ser pîroziya serxwebûna Kurdistanê. Ew dibêje :

”Emê bikin

Ta kirasê

Bûkaniya te

Di şahiya çeperê re

Serxwebûnê pîroz bikin.”

Wek tê zanîn ji sedî 95 (%95) serxwebûna Kurdistanê diparêzin. Li başurê Kurdistanê referandum ji bo serxwebûna Kurdistanê çêbû ji sedî 95 serxwebûnê parastin û ji sedî 5 li dij derketin. Li bakurê Kurdistanê jî di anketeke fîrmaya anketsaziyê de di anketa ku hatibû kirin de ji kurdên beşdarvanên anketê pirsîbûn wan jî di bersîvên xwe de ji sedî 95 serxwebûna Kurdistanê ango Kurdistaneke serbixwe, dewletek serbixwe a Kurdistanê parastibû. Diyare ev sedî pênc ew kesên ku di bin bandora partî û rêxistinên ne dewletparêz û ne serxwebûn parêz de ne lewre naparêzin. Helbet dive li hemberê serxwebûnparêziya kurdan, leyistikên dewleta dagirker a komara îslamîya Îranê û komara kemalîst Tirkiyê jî neyê jibîrkirin. Ev herdu dewletên dagirker û Îngilîz bi tundî li dij referanduma serxxwebûna Kurdistanê derketin.

”Û eniya serxwebûnê ramûsin

Serxwebûnê pîroz bikin”

Belê dê netewa kurd rojeke serxwebûnê pîroz bike.

Li ser herêma Cizîra Botan, harêma serhildêrên kurdan, cih û warên Bedirxaniyan helbesteke bi sernavê ”Şâhiya Cizîrê” heye. Helbestvan Nîzar Yosif di helbesta xwe a ku sernavê wê ”Şahnaza Dil” e de dibêje :

”Te di şahtextê hestên xwe de

Ez vezilandim.”

Û di helbesta ”Dilopa Dawî” de jî dibêje :

”Ez di şevbuhêrka tenaya xwe de

Wekî mûmê heliyam.”

Keç û jinên kurd narîn in. Di helbesta sernavê wê ”Narîn” de keçên narîn ên spehî, bedew, rind, xweşik ku weke gulan bêhn didin, bejn û bala wan, rûkenîn û xweşikbûna wan, reng û bêhna wan hişê evîndaran dibe, germiya dilê evîndaran honik dike bi peyvên edebî û bi şêweya hunerî tê qal kirin. Li Kurdistanê nave keçan Narîn datînin. Ji navên kurdî ên keçan navên ku ez herî pir jê hez dikim Berîn û Narîn e. Bi nave ”Dîlbera Narîn” pirtûkek min a helbestan heye, lê hêj nehatiye weşandinê. Ez hêvîdarim ez ê di pêşerojê de wê pirtûka xwe a helbestan biweşînim.

Pirtûka helbestên Nîzar Yosif a bi nave ”Kedera Min” bi helbesta sernavê wê ”Hêrs tevizî” dawî dibe. Herdu pirtûkên wî/dîwanên wî ên helbestan jî hêjayê xwendinê ne. Xwendevanên kurd ên ku ji xwendina helbestan hez dikin dive helbestên Nîzar Yosif bixwînin. Min xwend, hûn jî bixwînin.

Lokman Polat

Nerîna min :