Civak

Acar ji bo darizandina Evren serî li dadgehê da

Ji bo darizandina Kenan Evren û berpirsên leşkerî yên 12-ê îlonê, berpirsê tevgera demokratên kurd Ahmet Acar serî li dozerê bajarê Midyatê da. Ahmet Acar îro sibehî çû dadgeha Midyatê û di derbarê Evren û hevalên wî de daxwaznama xwe da dozerê Midyatê.

Di vê derbarê de Acar got: “ Piştî referendum hate qebûl kirin, ez vê sibehê çûm dadgeha bajarê Midyatê û min daxwaznama xwe ya ku giliya serokê cunta faşîsta 12-ê îlona 1980-ê û hevalên wî da dozerê Midyatê. Dozer jî gelek baş pêşewaziya min kir û herweha di derbarê giliya min de êfada min girt û her tişta min gotî hate nivîsandin û bi vî awayî prosesa darizandina Evren destpêkir.“

Berpirsê tevgera demokratên kurd Ahmet Acar, temuza sala 1980-ê hate girtin û gelek işkenceyek dijwar dît. Acar  pehîza sala 1983-ê ji zindanê azad bû. Herweha li gora agahdariyên Acar dayî, wî serlêdana xwe ya li gel dozer giliya kesên ku di wî demî de li girtîgehê işkence jî kirîn kir.

Acar yekem kesayetê kurd e ku ji bo darizandina Evren serî li dadgehê da.

Rojevakurd

Back to top button