The Times : Xelk biserket Artêşa Tirk winda kir
Girîngtrîn rojnameyê Îngîlîstanê The Times ji bo encama referandumê Tirkiyeyê weka ‘’ Artêşa Tirk Winda Kir’’ şîrove dike. Li gor nivîsa rojnameyê encamê referandumê hêzekî mezin da R. Tayîp Erdogan re .
Rojnameyê The Times cihekî mezin dide daxuyaniyên Erdoganê ya do şev ( Îro Hem alîgirên Erê hem jî na qezenc kirin ) û rexneyên xwe jî kêm nakin ji ber ku hem li Ewropa hem jî li Tirkiyê Reformên Yekitiyê Ewropa bi awayekî giran dide meşandin.
Di nûçeyê de bala xwendevanan dikşînin li ser guhertinên firehkirina mafên jin û karkeran , zehmetkirina girtina partiyên siyasiyê , kêmkirina mudexaleyên dadgehên leşkerî ya li ser sîvîlan. Rojname di sala 2007ê de mudaxeleya artêşa tirk jî nîşan dide û dibêje ‘’Artêşa Tirk ji siyasetê re mudexale kir û nedixwestin ku Abdullah Gul bibe Serokkomarê Tirkiye’’ û pişt re dîsa refarandumek hate çêkirin û dîsa xelk bersivek erênî da artêşê tirk re.
Rojname balkişand ser serokê CHP Kemal Kilicdaroglu û got : Serokê muxalefata Tirkiye neçûye ser sendoqê û raya xwe nedaye û ew jî bûye mijara henekê li Tirkiye.