Polîtîk

Ji bo darizandina Kenan Evren serlêdana yekem

Ji bo darizandina Kenan Evren û berpirsyarên 12 Îlonê  serêlêdana dozgeran hate kirin. Serlêdan ji aliyê Mazlum-DER , İHD ( Komaleya Mafê Mirovan ) û Plotforma Emekê ve hate kirin.

Ji aliyê dî de rêveberiya EDP ya bajarê Îzmîrê jî ji bo darizandina berpirsyaran daxwaza lêpirsinê hate kirin.

Serokê EDP ya bajarê Îzmîrê Arif Alî Cangi li ber dadgeha Îzmîrê daxuyanî da çapemeniyê û got : Do ji aliyê xelk ve guhertina zagona bingehîn hate pejirandin û di guhertinê de maddeya 15. hatiye rakirin.

Cangi wiha berdewam kir :

Piştî guhertina Zagona Bingehîn emê karê xwe yê yekem dikin .Em wekî her insanên demokrat dixwazin ku sucdar bêne darizandin û ji ber vê yekê emê mafê xwe yê dozvekirinê bikartînin. Di dema 12 Îlonê de sucdar ne tenê General bûn li ba wan Walî , Qaymakam , Wezîrên 12 Îlonê û berpirsyarên ewlekariyê jî wekî General sucdarin.Divê Tirkiye bibe welatek azadîxwaz û wekhevîxwaz.

Back to top button