Hewlêr: Encamên referandûmê giring e
Peyvdarê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Kawe Mehmûd diyar kir ku ew rêzê bo biryara gelên Tirkiyeyê digrin derbarê serastkirina destûra vî welatî û hêvî kir ku ew bibe pêngavek bo çareserkirina pirsa kurdan.
krg logo, Hukmati harem logoKawe Mehmûd ji AKnewsê re wiha got, “Biryardan li ser guhertina destûrê û serastkirina wê pirseke hundir a Tirkiyeyê û mafê gelên vî welatî ye”.
Mehmûd wiha pê de çû, “Hikûmeta Herêma Kurdistanê rêza vê biryarê digre û hêvî dike ku ew serastkirina ku di destûra Tirkiyeyê de pêkhatiye pêngavek be bo zêdetir berfirehkirina demokrasî û asayîşê di vî welatî de”.
Kawe Mehmûd destnîşan kir ku ew hêvî dikin pêngava han bibe derfetek bo çareserkirina pirsa kurdan li Tirkiyeyê û gihîştina gelê kurd bi mafên rewa yên xwe.
Mehmûd wiha tekez kir, “Em di vê baweriyê de ne ku mafê rewa yê gelê kurd bi awayê demokrasî û aştî û li ser prinsîpa yasaya navdewletî û wekhevî û mafê mirovan çareser dibe”.
Piştî bi dawîhatina pêvajoya hejmartina piraniya dengan li seranserê Tirkiyeyê Partiya Dad û Geşepêdan bi rêjeya ji sedî 58 serketin bi dest anî û bi vî awayî projeyasaya serastkirina destûrê bi biryara xelkê vî welatî hate pejirandin.
Hêjayî gotinê ye ku li seranserê Tirkiyeyê 49 milyon û 446 hezar û 269 dengderan beşdarî kirin ku bo vê meremê 151 hezar û 549 sendoq danîbûn.
(AKnews)