Erê ji bo Tirkiye gavek pîroz e
Di derbarê encamên referandumê de siyasetmedar û rewşenbîr dîtinên xwe dibêjin. Siyasetmedarê kurd û parlementerê berê Haşim Haşimî di derbarê encama referandumê de nirxandinek kurt kir.
Haşim Haşimî dibêje: “ Referandum ne pirsa partiyekî bû. Referandum gengeşeyek bû di nav kesên ku guhertinê dixwazin û kesên dijê guhertinê. Hat gotin ku, ne bese, lê cardin erê. Ji xwe di serî de serokwezîr û gelek kesayetên din jî gotin ev ne bese, lê destpêkeke. Eger ev guhertinên di referandumê de çêbûyîn pêknehatibûya, we sibe destûrek nûjen jî çêkira wê ji aliyê Dadgeha Destûrî ve bihata xira kirin, yanî Dadgeha Destûrî tu guhertin qebûl nakiran.
Erê ji bo Tirkiye gavek pîroz e. Li hinek deveran kirin wek pirsa partiyekî. Gerek bi tu awayî kesekî nebûya asteng ku xelk dengên xwe kar neynin. Gelek çewtiyek mezine ku, hinek midexeleya îrada kesên din bikin. Hukumetê nedikarîya destûrek nû çêbike. Lê niha rê li ber çêkirina destûrek nûjen vebûye.“