Abdullah Gul ji AK-Partiyê dilgiran e

Serokomarê berê yê Tirkiyeyê û damezirînerê AK-Partiyê Abdullah Gul ji AK-Partiyê dilgiran e.

Abdullah Gul di derbarê encamên hilbijartina Stenbolê de axifî û ragihand ko asta siyasî ya Tirkiyeyê ya ji ber encamên hilbijartina Stenbolê cihê dilgiraniyeke mezin e. Dema ew bêhêz bûn li dijî wan şaşî dihatin kirin. Nabe ew dema bibin xwedî hêz heman şaşiyan li kesên din bikin. Hêza demokrasiya Tirkiyeyê mezin e lê ew ji rewşa niha dilgiran e.

Abdullah Gul di derbarê partiya xwe ya nû de, xwe ji agahîdayînê dûr girt. Di encama hilbijartinên Stenbolê de namzetê CHPyê serketibû lê AK-Partî dijî encaman derdikeve û dixwaze hilbijartin dubare bibin.

Nerîna min :