Serok Barzanî berî çendakê gotinek pir xweş û têr wate got. Got ku, „A ji şer xirabtir teslîmîyet e. Em teslîm nabin“. Her çiqasî di şer de Kurd tucarî teslîm nebûbin jî, gava em li rewşa îro ya siyasî û polîtîk dinerin, li Bakur, Başûr û Rojava teslîmîyetek siyasî û polîtîk heye.

Nûrî Çelîk

Teslîmîyet ne tenê berdana şer û jidestderxistina çek û sîleh e. Teslîmîyeta herî mezin teslîmîyeta ruh, hest û mejî ye. Heger ruh, hest û mejî teslîm bûn, rahiştina çek tu serketinek mezin bidest naxe. A ku çek û şer bi ser dixe, mêr û mêrxasî ye, berxwedan û serhildan e. Maka mêranî û mêrxasîyê jî ruh e, hest û mejî ye. Kes yan tevgerên ku di ruh, hest û mejîyê xwe de ji mêr û mêrxasîyê, ji berxwedanê dûr ketibe, nikare doza welatekî bike, nikare bawerîyê bide millet û nikare di civakê de bibe xwedî hêz û rûmet.

Di salên 70 û 80î de sedema ku tevger û rêxistinên Bakurê Kurdistanê xurt û geş bûn û di nav civatê de bûn xwedî pişt, mêr û mêrxasî, berxwedan û fedakarîya wan tevger û rêxistinan bû. Kes û tevgerên ku fedekarîyê nekin û bedel nedin, nikarin xwe bigihînin asta mêrxasîyê. Encama tunebûn û windabûna fedekarî, bedel û mêrxasîyê jî bêguman hezîmet e, piçûkbûn, parçebûn û têkçûn e, xala dawîn jî radestî û teslîmîyet e.

Serok Barzanî berî çendakê gotinek pir xweş û têr wate got. Got ku, „A ji şer xirabtir teslîmîyet e. Em teslîm nabin“. Her çiqasî di şer de Kurd tucarî teslîm nebûbin jî, gava em li rewşa îro ya siyasî û polîtîk dinerin, li Bakur, Başûr û Rojava teslîmîyetek siyasî û polîtîk heye. Li Başûr ev 30 sal in têkilî û pirsgirêkên bi Bexdayê re çareser nebûne û xuyaye wê zû bi zû nebin jî. Siyaseta nerm û aştîyane heta bi astekê Kurd teslîmî Bexdayê kirine. Ji ber vê siyaseta teslîmîyetê pirsgirêkên bi Bexdayê re çareser nebûne, nabin. Pêkneanîna maddeya 140, pirsgirêka Kerkûk û gelek pirsgirêkên din ji ber siyaseta teslîmîyetê bi cîh nehatine. Helbet rola konjoktor û hêzên navnetewî di çaresernekirina van pirsgirêkan de pir e. Lê rol û bandora siyaseta nerm û aştîxwaz, bandora siyaseta bi qurban û heyran jî wek rola hêzên navnetewî xwedî rol û bandor e. Çi di pêşmergeyatîya xwe de û çi jî di helwest û siyaseta xwe de, serok Barzanî tucarî teslîm nebûye. Ev rastîyek e. Lê mixabin, siyaseta ku piştî çûna wî tê kirin bêhna teslîmîyetê jê tê. Bêguman gelek tiştên ku em li ser siyaseta Başûr û Başûrîyan bêjin hene. Lê ji ber rewşa hesas û zîz, ev ne mijara vê gotarê ye. Gava roj hat helbet emê helwesta xwe nîşan bidin.

Li Rojava siyaseta PYD û ENKS teslîmîyet e. Li ser nave aştîxwazîyê têkilî û hevkarîya bi rejîma Sûrî û Tirkiyê re bi serê xwe teslîmîyet e. Lêgerîn û hewldana aştîyê cuda ye, têkilî û siyaseta ku têkeve bin xizmeta dewletên dagîrker cuda ye. Çawa ku li Bakur siyaseta piştî girtina A. Ocalan ji hewldanên aştîyê derbasî asta teslîmîyetê bû, li parçeyên din jî heman xeterî li pêşîya Kurdan e.

Rewşa Bakur û partîyên Bakur ji xwe wek erd û ezmên eşkere û zelal e. Di serî de PKK û partîyên ku xwedêgiravî xwe wek berdevk û parêzerên serxwebûna Kurdistanê dibînin û şûr simbêlê wan nabire, bi her awayên xwe teslîm bûne. PKK bi şer û siyaseta xwe, partîyên din jî bi siyaset, bi ruh, bi hest û mejîyê xwe teslîm bûne. Tenê dilekî me maye. Heke ew jî bisekine, wê xwîna me jî teslîm bibe. Li Bakur ji serî heta binî teslîmîyet ji me difûre û em têk çûne. Bela tu kes li qisûrê nenêre û dilê xwe negre. Rastî tehl e û rastîya me ev e.

Di van 50 salên dawî de siyasetmedar û tevgerên Bakur gelek bedel dan. Bi giştî Kurdên Bakur bi can û malê xwe gelek bedel dan. Kujtin, zindan, malwêranî, şewitandina gund û bajaran, bê hed û hesab bedel hatin dan. Kurd perîşan bûn, talan bûn, koçber û derbeder bûn, asîmîle û ber bi windabûnê ve diçin. Em dev ji PKK û dezgehên wê berdin, ji xwe herkes bi armanc û mexseda wan zane. Ji bo me pirsa esasî ev e: Gelo divê em ked, bedel û fedekarîyên ku me bi dehê salan dane û me li ser wan êş û cefa kişandiye ji bîr bikin, yan divê em li ked û bedelên ku me bi xwîna xwe dabûn xwedî derkevin? Heger bersiv jibîrkirin û nedîtin be, ev teslîmîyet e, teslîmîyeta me ye. Na heger bersiv xwedîlêderketin û paraztina wan ked û bedelan be, wan nirx û pîrozîyan be, wê gavê divê em teslîm nebin, li ber xwe bidin û gavan bavêjin. Divê em li ked û xebata xwe xwedî derkevin, li xwîna şehîdên vê dozê xwedî derkevin, hem şexsî, hem malbatî, hem bi rêxistinî û partîtî dev ji nakokî û berjewendîyên xwe berdin û di bin siwanek netewî de dest bi liv û tevgerek nû bikin. Yan na, bawer bikin wê toqa naletê û toqa teslîmîyetê ji stuyê me dernekeve. Gotina dawî; ez wan kesên go ji dilsozî, fedakarî û xwedê lêderketina xeta netewî û dewletbûna Kürdistanê ji xwe re kirine şîar hertim ciyê rêzê dibînim.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: