Dizeyî: Top di destê Bexdayê de ye

Berpirsê Pêwendiyên Derve yê Rêveberiya Herêma Kurdistanê Sefîn Dizayî ragihand ku ji bo vegerandina hinartina petrola Herêma Kurdistanê top di destê Bexdayê de ye û Tirkiye ji vê pêvajoyê re amade ye.
Berpirsê Pêwendiyên Derve yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizayî, di merasîma vekirina 10 saliya ofîsa Hewlêrê ya Kanadayê de ji bo çapemeniya herêmî got: “Di her du konferansên Munchen û Dubey de Serok û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi serokên dinyayê re hevdîtinên xurt kirin û li ser Rojhilata Navîn nîqaş kirin”.
Sefîn Dizeyî, eşkere kir ku Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî di civînê de behsa kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê û dîtina çareseriya wan kêşeyan kirine û niha hikûmeta Herêma Kurdistanê di bihêzkirina ewlekarî û aramiya navçeyê de rolek sereke dilîze.
Di derbarê hinartina petrola Herêma Kurdistanê de jî Dizeyî diyar kir ku Tirkiyê nîşan da û ew amade ye hinartina petrola Herêma Kurdistanê ji nû ve dest pê bike, pirsgirêkên teknîkî çareser kirin û boriya petrolê çak kir û amade kir.
Di dawiyê de Sefîn Dizayî got: “Di navbera Bexda û Enqerê de bi biryara dadgeha Parîsê pirsgirêkek heye ku divê bê çareserkirin. Iraq ji Tirkiyê 1.5 milyar dolar tazmînatê dixwaze, lê Herêma Kurdistanê bi rawestana petrolê nêzîkî 10 milyar dolar zirar dîtiye”.
Dizeyî tekez jî li ser wê yekê kir, ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên hilawîstî û ji nû ve destpêkirina hinartina petrola Herêma Kurdistanê, di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de berdewam in.