Civak

Şeredarê berê yê HDPê niha serbixwe bû berbijêrê Şeredariya Qersê

Serokê Giştî yê Partiya Deng Ayhan Bîlgen bû namzetê serbixwe yê Şaredariya Qersê.

Bîlgen ji bo şaredariya serbixwe ya bajarê xwe Qersê bibe namzet serî li dezgehê hilbijartinê da.

Partiya SESê(deng) li ser hesabê xwe yê medya civakî Xê daxûyaniyek ragihand û dibêje: “Em ê bi Serokê xwe Ayhan Bilgen re vê rêyê bi rûmet û serbilindî bimeşin. Em li Qersê bi hevre bixebitin. Em ji wî û gelê Qersê re serketinê dixwazin.”

Ayhan Bilgîn demekî parlementerê HDPê yê Qersê bû piştre jî di heman partiyê de bû serokê şeredariya Qersê. Bilgen ji HDPê veqetiya û partiyek nû avakir. Bilgen dema ji HDPê veqetiyayî gelek rexneyên giran li vê partiyê kirîbûn. Ji bilî parlementerî û şerokatiya şeredariya Qersê jî, Bilgen gelek berpirsiyariyên girîng di nava HDPê de kirîbûn.

Back to top button