Di salekê de li Tirkiyê û Kurdistanê 2.318 kes hatin kujtin
Tirkiye û bakurê Kurdistanê bûye wek Teksas a Amerîkayê. Li seranserê Tirkiyê û bakurê Kurdistanê) di sala 2023an de 2 hezar 318 kes hatin kujtin û 3 hezar û 820 kes jî brîndar bûn.
Rapora bûyerên tundiya çekdarî yên ku di sala 2023an de li Tirkiyê û bakurê Kurdistanê qewimîne, hat eşkerekirin.
Li gor raporê, li seranserê Tirkiyê di salekê de 3 hezar û 773 bûyerên tundiya çekdarî rû dane û ji wan hezar û 103 bûyerên çekdarî bi rêjeya ji sedî 29,23 li Herêma Marmarayê rû dane.
Di raporê de hejmara bûyerên li herêmê 545 e. 2 hezar kes mirin Li gor raporê di 3 hezar û 773 bûyeran de 2 hezar û 318 kes mirine û 3 hezar û 820 kes jî birîndar bûne. Di bûyeran de ji sedî 85 kalaşnîkov û çekên otomotîk hatin bikaranîn.
Li gor agahiyên ku di çapemeniyê de cîh girtin, bajarên ku tundûtûjî lê zêde bûne, bajarên bakurê Kurdistanê Mêrdîn û Êlih bûn.
Li Amedê bûyerên tundiya çekdarî kêm bûn. Li Amedê di sala 2023an de 107 bûyerên tundiya çekdarî qewimîn. Di bûyeran de 69 kesan jiyana xwe ji dest dan û 185 kes jî birîndar bûn.
Li gor raporê, 11 parêzgehên yekem ên ku di sala 2023an de herî zêde bûyerên tundiyê lê rû dane bi vî awayî hatin tomarkirin:
1. Stenbol 505 bûyer
(321 mirî, 498 birîndar)
2. Samsûn 188 bûyer
(74 mirî, 200 birîndar)
3. Adana 171 bûyer
(158 mirî, 134 birîndar)
4. Îzmîr 164 bûyer
(140 mirî, 140 birîndar)
5. Kocaelî 164 bûyer
(80 mirî, 144 birîndar)
6. Sakarya 144 bûyer
(39 mirî, 135 birîndar)
7. Bûrsa 135 bûyerên
(72 mirî, 107 birîndar)
8. Şanliurfa 120 bûyer
(71 mirî, 193 birîndar)
9. Enqere 117 bûyer
(102 mirî, 96 birîndar)
10. Diyarbekir 107 bûyer (69 mirî, 185 birîndar)
11. Çorum 107 bûyer