Civak

PKKê serokê Bajarvaniya Silopî desteserkir

Îro mailek bi zimanê Tirkî hatî nivîsandin gihaye Rojeva Kurd. Tê îdia kirin ku serokê bajarvaniya Silopî û endamê Meclisa Bajarvaniyê ji aliyê PKKê ve li Başûrê Kurdistanê hatine desteserkirin.

Li gora nûçeya gihayî malpera me. Ji berî du salan serokê bajarvaniya Silopî Emin Togurlu di doza KCKê de hate girtin. Piştî vê di meclisa bajarvaniyê de Husnu Yildirim wek serokê bajarvaniya Silopî hate hilbijartin.

Lê ev yek ne bi dilê BTPê bû. Serokê BDPê Selahattin Demirtaş û serokê bajarvaniya Diyarbekirê Osman Baydemir ji Husnu xwestin ku ew îstifa xwe bide. Lê Husnu Yildirim ya wan nekiriye wek serokê bajarwaniyê berdewam kiriye.

Ji berî du heftiyan Husnu Yildirim cigirê wî Selahattin Atiz û endamê Meclisa Bajarvaniyê Ayhan Taniş ji bo beşdariyê taziyekî de bikin çûn Kurdistana Başûr. Hinek çekdarên PKKê rêya wan biriye û ew desteserkirine.

Ji berî niha sê mehan jî li Silopî hinek kesên nenas êrîş birina li ser malên serokê bajarvaniyê û hevalên wî. Ew ji aliyê BDPê bi hevkariya Ak Partiyê dihatin tawanbar kirin.

Di vê pêvajoyê de bûyerek bi vî awayê dide xuyakirin ku heta  mirov di kesayeta xwe û mejiyê xwe de aşitiyê pêk neyne nikare behsa aşitiyê jî bike. Bê kirin jî kesek baweriyê lê nayne.

Balkêş e ?
Close
Back to top button