Cîhan
Zêdeyî 40 serbaz di êrîşa Urdinê de birîndar bûne
Pentagonê berpirsyariya êrîşa dronî ya li ser hêzên Amerîkayê li Urdinê xist ser milên Îranê û ragehand, “Di wê êrîşê de, sê serbazên Amerîkayî hatine kuştin û zêdetirî 40 serbazan jî birîndar bûne”.
Cîgira Berdevkê Pentagonê Sabrina Singh, di konfiranseka rojnamevanî de ragehand, “Di êrîşa dronî ya li ser hêzên Amerîkayê li Urdinê de, zêdetirî 40 serbazan birîndar bûne”.
Sabrina Singh di bersiva pirsekî de got: “Waşinton Îranê berpirsyar dike û ew komên çekdaran ên ku zirar gehandine hêzên Amerîkayê ji aliyê Îranê ve tên piştevanîkirin. Em gomanê dibin ku gurubên Hizbulahê, ku ji aliyê artêşa Pasdarên Îranê ve tên piştevanîkirin, ew êrîş kiribe. Amerîkayê dê di demekê guncayî de dê bersiv ji bo wan hebe”.