Cîhan

Îsrail li Şamê êrîşê bingehên milîsên Îranê kir

Îsraîlê êrîşê hinrk bingrhên milîsên Îranê li nêzikî Şama paytextê Suriye kir. Li gora ragihandina medya Îranî di van êrîşan de bingeheka şêwirmendiya Îranê bûye armanc.

Herweha berpirsekî ji Artêşa Sûriyê daxûyaniyekî de dibêje ku, Îsraîlê çend fûze ji girên Colanê avêtine navçeyên başûrê Şamê.

Herwiha Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku di êrişa Îsraîlê de 7 kes hatine kuştin ku di nav wan de çekdarên alîgirên Îranê jî hene.

Back to top button