Kultur
Helbestek ji Xurşît Xelîl
Kû bimrim ez ne yek carî belê sed car
Ji te pêve dila nagrim nejî yek car
Kû serxweş bim di eşqê de herû her car
Ji tû lêva xwe têr nakim nejî yek car
Hê li jînim mi jîn bik lê tena ev car
Bela jînam bi dawî bê hema her car
Heger bimrim bi carek ez nejîm tû car
Tena carek serî bid min nekî dû car
Di kûncê de bikim qêrîn hama tim car
Nebê gûnhêm bi wî hatî herim her car
Bidin axê li gora min bikin wek car
Ezê dîsa bi navê te bikim carcar
Xûrşîd Xelîl
xursid-xelil@facebook .com