Civak

Hevjîna Pêşrew Dizeyî behsa êrişa Îranê dike

 Hevjîna Pêşrew Dizeyî Hana Cotyar diyar kir ku şeva ku Îranê êrişî mala wan kirî tenê yek mêvanê wan hebû û ew jî karsazê Îraqî Kerem Mixayil bû.

Şêwirmendê Ewlehiya Niştimanî ya Îraqê Qasim Erecî li nexweşxaneyê çû serdana hevjîna karsazê Kurd Pêşrew Dizeyî Hana Cotyarê.

Supaya Pasdaran a Îranê, şeva 15ê Kanûna Paşîn êrişî Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê kiribû di vê êrişê de 4 sivîlan canê xwe ji dest da û 16 kes jî birîndar bûn.

Pêşrew Dizeyî, keça wî Jîne, mêvanê wî û xizmetkareke mala wî cane xwe ji dest dabû.

Hana Cotyarê ji Qasim Erecî behsa wê şevê kir.

Hana Cotyarê diyar kir ku hevalê Pêşrew Dizeyî, karsazê navdar ê Îraqî Kerem Mîxayîl, wê şevê mêvanê malê bû.

Hana Cotyar da zanîn ku hevjînê wê, kurê wê yê mezin Roj û mêvanên wan di dema êrişê de li salonê bûn û zarok jî di odeyên xwe de bûn û got:

“Du zarokên min hene, yek keç û yek kur e. Ew li oda xwe bi dadika xwe re bûn. Em pênc kes li qata jor bûn.

Min ji karmenda me Arlyê re got ku here cem mêvanan û xizmeta wan bike. Wê gavê min dît ku banê malê hilweşiyaye.

Paşê min dengê Quranê bihîst. Min got,  Xwedê, alîkariya me bike. Ez ji ser hişê xwe çûm û paşê min bihîst ku kesek di tariyê de gazî dike, ‘Kî li wir e, ez doktor im’.

Wan ji min re got, ‘Alîkariya me bike û lingê xwe deyne’, piştre min xwe di ambûlansê de dît.”

Jêder: Rûdaw

Balkêş e ?
Close
Back to top button