Cîhan

Sûdanî: Îraq dê ji bo parastina xwe hemî rêyan bide ber xwe

Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî, daxûyaniyek da ajansa Bloomberg û got: “Ji bo çi aliyekê navxwe û derve nîne ku mafên Îraqê û rolê wê di parastina ewlehiyê de zeft bike Îraq berhev e ji bo parastina serweriya xwe hemî rêyan bide ber xwe”.

Li ser doza enerjiyê û hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê ji bo bendera Ceyhan a Tirkiyeyê jî, Sûdanî got, “Çi arêşeyek di navbera Bexda û Enqereyê de nîne, ya ku heye cudahiya navbera Hikûmeta Îraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye li ser mezaxtiyê berhemanîna her bermîleka petrolê”.

Sûdanî bal kişand ser wê yekê jî ku rewşa niha ya Rojhilata Navîn ji bo enerjiyê û hinardeker û hawirdekerên petrolê cihê nîgeranî û dudiliyê ye, xasma ji ber şerê Xezzeyê ku astê hevrikiyan li deverê bilind kiriye.

Back to top button