Akademiya Kurdî li Stockholmê bi tundûtijî êrîşên pasdarên Îranê li ser Hewlêrê şermeşar kir
Dewleta îranê bi mûşek û balafirên wê yên bê mirov êrîşê Hewlêrê kirin. Di encama êrîşê de 4 sivîl û 16 sivîl jî birîndar bûn. Di vê êrîşê de Pesraw Dizaye digel keça xwe, mesîhparêzek (keşe) û Karam Mikahel hatin kuştin.
Em sersaxî ji malbat, dost, hezkirên wan re dixwazin, cihê wan bihuşt û ruhê wan şad be! Sivîl tên kuştin.
Em bi ser navê Akademiya Kudî bangê li Neteweyên Yekbûyî, Yekitiya Ewropa, Dewletên Yekbûyî, hêzên navxweyî û hêzên navdewletî dikin ku ew rê li ber êrîşên Îranê bigirin û Hêrema Kurdistanê bi tenê nehêlin.
Êrîşa Îranê ya li Hewlêrê – Mossad-îsraîl kir armanc, lê armanca sereke têkbirina kurdan e.
Iraq piştî erîşê gazî balyozê îranê dike û êrîşa Îranê şermezar dike. Berê li Hewlêrê çend teqîn çêbûn û di piştwan teqînan de Îran hebû. Îran di êrîşa Hewlêrê de robotên balîstîk bikar anî û ev bikaranîn li dijî Mossad-îsraîlê bû, lê bi ya me êrîş ji bo têkbirina destkeftiyên Herêma Kurdistanê ye.
Supahê Pasdarên Şoreşa îslamî berpirsyariya xwe girte ser xwe. Iran li Hewlêra Kurdistanê êrîşên balafirên bêmirov pêk anî û bi hawayî qanûnên NY, YE û ya Iraqê bixwe jî binpê kir.
Îran Hewlêr wek Navenda Mossad -îsralê nîşan dide, lê bê bingeh e. Îran rêxistinên terorîst li hemberî Ewropa û Amerîkayê bikar tîne, lê ew bixwe bavê rêxistinên terorîst e.
17.01.2024
AKADEMÎYA KURDÎ LI STOCKHOLM