Ji bo 44 salên zindanê 25 milyon dolar tazmînat
Hat ragihandin ku ji bo Ronnie Long ê ku 44 sal bi neheqî li DYA di zindanê de girtî ma, wê 25 milyon dolar tezmînat bê dayîn.
Hat diyarkirin Ronnie Long ê ku li eyaleta Karolînaya Bakur a Amerîkayê bi sûcdariya tecawiza jinek 54 salî 44 sal di girtîgehê de mabû, bêsûc e.
Dadwerê Dadgeha Temyîzê ya Amerîkayê Stephanie Thacker, diyar ku Cezayê Long di 27ê Tebaxa 2020an de “Piştî hat fêhmkirin ku polîs bi qestî delîlên maddî veşartiye” di encama eşkerkirina mijarê de hat betalkirin.
25 MILYON DOLAR TAZMÎNAT
Parêzerên Long, ku 44 sal, 3 meh û 17 rojan bi neheqî di girtîgehê de ma, jimareya lihevkirî (25 milyon dolar) wek “yek ji mezintirîn tazmînatên nesûcdariyê” bi nav kir.
Di daxuyaniya nivîskî ya Meclîsa Şaredariya Concordê de, ku Long ji bo tazmînatê doz vekiribû, hat gotin ku “Bajarê Concord berpirsiyariya xeletiyên ku bûye sedema mehkûmkirina xelet dike”.
Li gor agahiyên di çapemeniya Amerîkayê de, Long ê ku 68 salî ye, di sala 1976an de dema ku 21 salî bû bi sûcê “tecawiz û destdirêjiya jinek spî” hatibû sûcdarkirin û bi biryara yekî spî du caran cezayê muebetê lê hatibû birîn.