Serok Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya şandeke hevpeymanan kir

Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, îro danê sibê 09.01.2024ê li bajarê Hewlêrê, pêşwaziya birêz General Joel B.Vowell Fermandarê Giştî yê Hêzên Hevpeymanan li Iraq û Sûriyê û şandeya pê ra kir.
Di hevdîtinê da behsa alîkariyên Hêzên Hevpeymanan digel Iraq û Herêma Kurdistanê ji bo rûbirûbûna metirsiya terorîstan û jinavbirina DAIŞ ê bi temamî, hevkarîkirina Artêşa Iraqê û Pêşmerge di warê rahênan û şîretên leşkerî da û gefên terorê li Iraq û Suriyê û deverê bi giştî gotûbêj kirin.
Her du aliyan tekezî li ser parastina Hêzên Hevpeyman û nûnerên dîplomatîkên li Iraqê kirin û hevdeng bûn ku, aramî li Iraqê ji bo tevahiya deverê pêwîste û nabe derfet ji terorîstan were dayîn ku careke serîhildin û herwiha behsa êrîşên balafirên bêfirokevan yên li ser Herêma Kurdistanê jî kirin.
Rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê, yekxistina Pêşmerge, nakokiyên Rojhilata Navîn, şerê Gazze û bandora wî şerî li ser navçeyê û hin mijarên din yên xwedî girîngiya hevpar di hevdîtina ku, hejmareke diplomatkar û berpirsên leskerî jî têda amade bûn, hate gotûbêj kirin.