Cîhan

Gabriel Attal bû Serokwezîrê nû yê Fransayê

Wezîrê Perwerde yê Fransayê Gabriel Attal roja Sêşemê ji hêla serokê welêt Emmanuel Macron ve wek serokwezîrê nû yê Fransayê hat erkdarkirin.

Attal ê 34 salî di hikûmeta niha ya Fransayê de Wezîrê Perwerdeyê bû û hevbendekî nêzî Macron e.

Navê Attal di pêvajoya pandemîya COVIDê de, mîna berdevkê hikûmeta Fransî derket pêş.

Serokwezîrê nû li Fransa wek wezîrek jêhatî, li parlamentoyê û li pêş medyayê wek peyivdarekî baş tê nasîn. Attal yek ji sîyasetvanên herî hezkirî yên Fransayê ye.

Li gor gelek şirovekaran, Emmanuel Macron bi erkdarkirina Attal dixwaze ku berî hilbijartinên Parlementoya Ewrupayê (PE) ya di Hezîranê de, dengên partîya xwe zêde bike.

Back to top button