Civak
Keça Simkoyê Şikak jiyana xwe ji dest da
Simkoyê Şikak yek ji pêşengên têkoşîna serxwebûna Kurdistana Îranê ye. Keça wî Hediye Zirekbilek di 100 saliya xwe de koça dawî kir.
Simkoyê Şikak (Simko) ku li Îranê pêşengiya têkoşîna gelê Kurd a ji bo serxwebûnê dikir, di 21ê Tîrmeha 1930an de di encama xiyanetê de ji aliyê leşkerên Îranê ve hat qetilkirin.
Keça wî û zaroka wî ya dawî, HediyeZîrekbîlek ji ber têkçûna gurçikan demekê li Nexweşxaneya Lêkolîna Herêmî ya Wanê di beşa lênerîna giran de mabû.
Zîrekbîlek danê êvarê piştî ku li nexweşxaneyê nexweş ket jiyana xwe ji dest da.


