Di 2023an de li Tirkiyê û Kurdistanê 520 hezar û 723 zarok hatine dinyayê
Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê; li seranserê Tirkiyê (tevî Bakurê Kurdistanê) di sala 2023an de 520 hezar û 723 zarok li nexweşxaneyên dewletê hatine dinyayê. Tenê li Mêrdînê 13 hezar û 230 zarok hatine dinyayê.
Li gor beşa Wezareta Tenduristiyê; rêjeya xizmetên lênêrîna berî zayînê gihişt ji sedî 99,7, rêjeya jidayikbûnên li nexweşxaneyan jî gihişt ji sedî 97,3.
Li gor beşa Wezareta Tenduristiyê; li Tirkiyê di sala 2023an de 520 hezar û 723 zarok hatine dinyayê ku piraniya wan ji bajarên Bakurê Kurdistanê ne.
Li gor daneyên TÛÎKê yên sala 2023an, li Mêrdînê 5 hezar û 115, li Qoserê 3 hezar û 661, li Midyadê 2 hezar û 410, li Nisêbînê hezar û 541, li Dêrikê 442, Mazîdaxê 48, li Kerboranê 4 û li Stewrê jî 9 zarok çêbûne.
Dema rêjeya zayîna xam li gor parêzgehan hat lêkolînkirin, parêzgeha ku di sala 2022an de rêjeya zayîna xam herî zêde lê çêbûye Ruha ye. Ruha ji hezarî 27,3, Şirnex ji hezarî 23,7 û Mêrdîn ji hezarî 21,2 di rêzê de ne.
Parêzgeha ku di sala 2022an de rêjeya zayînê ya herî zêde lê zêde bûye Ruha ye ku bi 3,59 zarokan, Şirnex bi 2,94 zarokan û Mêrdîn bi 2,62 zarokan tê.