Cîhan

Pentagon: Ji ber ku Serokê Heşdî Şeibî wek “tehdîd” dihat dîtin hat kujtin

Wezareta Paraztina Amerîkayê (Pentagon) ragihand ku Ebû Teqwa el-Saidî, ku yek ji serkirdeyên Tevgera Nûceba ya girêdayî Heşda Şeibî ye, ji ber ku wek tehdîd dihat dîtin li paytexta Iraqê Bexdayê di êrîşek asmanî de hatiye kuştin.

Berdevkê Pentagonê Serfermandar Patrick Ryder, di civîna çapemeniya rojane de amaje bi wê yekê kir ku Ebû Teqwa el-Saidî li herêmê bi awayekî çalak plansaziya êrîşan li dijî personelên leşkerî yên Amerîkayê kiriye. 

Ryder diyar kir ku el-Saidî li herêmê li ser ewlekariya leşkerên Amerîka yên li Iraq û Sûriyê wek metirsî dihat dîtin û ji ber wê hatiye kujtin.

 Ryder, amaje bi wê yekê kir ku ewê her dem mafê xwe yê berevaniyê biparêzin û tedbîrên pêwîst ji bo paraztina karmendên xwe bigirin”. 

Back to top button