Cîhan

DYA: Amerika bi tu awayî tevlî vê nebûye û pêwendiyeka Îsrail jî van teqînare tuneye

Li Îranê, bertekên êrîşên bombeyî yên li ser merasîmên bîranîna 4emîn salvegera kuştina Fermandarê Hêza Qudsê ya Artêşa Pasdarên Şoreşê Qasim Silêmanî dewam dikin.

Heta niha ti kesî berpirsyariya êrîşa ku tê de 103 kes mirin û 141 kes jî birîndar bûn, negirtiye ser xwe.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Miller di civîna çapemeniyê ya rojane de bersiva pirsên li ser mijarê da û got, “Amerîka bi ti awayî tevlî vê yekê nebûye, îdiayên berovajî vê yekê pêkenok in. Ya duyemîn jî, ti sedemeke me nîne ku em bawer bikin ku pewendiyeka Îsrail vê bûyerê re hebe.”

Miller ji bo kesên di êrîşan de jiyana xwe ji dest dane re sersaxî xwest.

Li Îranê êrîşa bombeyî ya bi xwîn

Li parêzgeha Kirmanê, du teqîn li ser rêya ku diçe goristana ku merasîma bîranînê li çaremîn salvegera kuştina Fermandarê Feyleqê Qudsê yê Supaya Pasdarên Îranê Qasim Silêmanî di êrîşa Amerîkayê ya li Bexdayê di Çileya 2020an de hatibû lidarxistin, qewimîn.

Di teqînên li nêzî goristana ku gora Silêmanî lê ye de 103 kes mirin û 141 kes jî birîndar bûn.

Rayedarên Îranê ragihandin ku ew teqîn êrîşeke terorîstî ye.

Back to top button