Polîtîk
HUDA PAR biryara xwe ya hilbijartina herêmî eşkere kir
HUDA PARê biryara xwe ya ku wê di derbarê hilbijartinên herêmî yên 31ê Adarê de tifaqê bi kê re bike û piştgirîyê bide kê eşkere kir.
Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya Doza Azad (HÛDA PAR) Mahmut Şahîn biryara hilbijartina herêmî ya partiya xwe eşkere kir.
Li gor vê yekê, wê partî bi tena serê xwe bi logoya xwe têkeve hilbijartinên herêmî. Partî li çend herêman namzetan destnîşan nake û wê piştgirîyê bide namzetên Tifaqa Gel.
Şahîn wiha got: “Me wek HUDA PAR biryar da ku em li çend herêman piştgirîyê bidin namzedên îtifaqê û li cihên din jî bi logoya xwe beşdarî hilbijartinê bibin”.
HUDA PARêbiryar dabû ku di hilbijartinên 14ê Gulanê de namzedê Serokkomarîyê destnîşan neke û piştgirîyê bide Serokkomarê AKPê Recep Tayyîp Erdogan.