Cîhan

Li dijî ‘Mossad’ operasyon: Li 8 parêzgehan 33 kes hatin binçavkirin

Hat ragihandin ku li Tirkiyê 33 kes bi hinceta ku li dijî welatiyên biyanî xebatên sîxuriyê dikin hatin binçavkirin. Operasyon li 8 parêzgehên ku navenda wê Stenbol e hat organîzekirin.

Piştî îdiaya ku Mossad li gelek welatan di serî de Tirkiye amadekariya kujtina lîderên Hamasê dike, li Tirkiyê 33 kes bi hinceta ku ji bo îstixbarata Îsraîlê dixebitin hatin binçavkirin. 

Li gor ku di çapemeniya Tirkiyê de hatiye diyarkirin, li Stenbolê operasyon hatiye lidarxistin û dibe ku hejmara binçavkirinan zêde bibe.

Di nûçeyê de wiha hatiye gotin:

 “Di çarçoveya lêpirsîna ku ji teref Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve hat kirin, hat tespîtkirin ku Îstîxbarata Îsraîlê li dijî biyaniyên ku li Tirkiyê dijîn, li dû keşifkirin, şopandin, êrîş û revandinê ye. Ji bo 46 gumanbarên ku di nav xebatên sîxuriya navnetewî de cîh digirin biryara binçavkirinê hat dayîn. Li 8 parêzgehên ku navenda wan Stenbol e li 57 navnîşanan operasyon hatin kirin. Di operasyonan da 33 şikbar hatin girtin. Hewldanên ji bo girtina gumanbarên din berdewam dikin”. 

Back to top button