Cîhan
Ji bo zimanê Kurdî du name ji Îngilîztanê re şandin
Parêzer Suphi Özgen, ji bo zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehîyê, du name ji Ingilîztanê re şanmdin. Yek Wî ji Qral Charles û yek jî ji Serokwezîrê Brîtanya Rishi Sunak re.
Yek ji damezrînerên Tevgera Zimanê Kurdî (HEZKURD) Av. Suphi Özgen, ji bo ku zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdehîyê û mafên wê bê dayîn, nameyek ji Qral Charles û yek ji Serokwezîrê Brîtanya Rishi Sunak re şand.
Ozgen diyar kir ku wan ji Qral û Serokwezîrê Îngilîstanê re name şandiye û got:
“Li gor Peymana Lozanê sûc e ku Tirkîye 70 sal in Kurdan û zimanê Kurdî înkar dike, hewl dide wan asîmîle bike û perwerdeya bi zimanê Kurdî nade. Divê êdî ders û perwerdeya Kurdî bê destpêkirin û divê bibe zimanê fermî”.
GE: Güneş OCAĞA / Ali Çekdar KORKMA