Cîhan

Di 2023an de 120 rojnamevan hatine kujtin

Federasyona Navnetewî ya Rojnamevanan (IFJ) ragihand ku di sala 2023an de 11 jê jin bi giştî 120 rojnamevan û xebatkarên medyayê hatine kujtin.

Sekreterê Giştî yê IFJ Anthony Bellanger ji ber rojnamevanên hatine kuştin xemgînîya xwe dîyar kir û ji bo malbat û rojnamevanên cîhanê sersaxî xwest.

Bellanger bal kişand ku agahdarbîya bi rêkûpêk mafê demokratîk ê welatîyan e û ber pirsiyarîya hikûmetan e ku ji bo ragihandina serbixwe paraztina rojnamevanan bike.

IFJ dîyar kir ku îsal ji sedî 68ê rojnamevan û xebatkarên medya yên li seranserê cîhanê di şerê Gaza de hatine kujtin.

Li gor tomarên IFJ li Rojhilata Navîn ji ber şerê li Gaza bi giştî 82 rojnamevan hatine kujtin; 75 Filîstînî, 4 Îsraîlî û 3 jî Lubnanî. Rexistinê got ku li Sûrîyê jî 3 xebatkarên medyayê hatine kujtin.

IFJ ragihand ku li herêma Asya-Pasîfîkê îsal bi giştî 12 rojnamevan hatin kujtin; li Hindistanê 3, li Afganîstanê 2, li Fîlîpînê 2, li Bangladeşê 2, li Pakistanê 2 û li Çînê jî 1.

Federasyonê got ku li Amerîkaya Bakur û Başûr di 2023an de bi giştî 10 rojnamevan hatin kujtin; 3 Meksîkî, 1 Paraguayî, 3 Guatemalayî, 1 Kolombiyayî, 1 Hondurasî û 1 jî Amerîkî.

IFJ herwiha da zanîn ku îsal li Ewrupa jî 3 rojnamevan hatine kujtin; 1 Ukraynî, 1 Rûsî û 1 Fransî.

Rexistinê got ku li Albanya jî 1 xebatkarê medyayê hatiye kujtin.

Back to top button