Polîtîk

Xoşnav: Rêveberiya Herêma Kurdistanê wê bersiva êrîşan bide

Parêzgarê Hewlêrê Umêd Hoşnav di derbarê êrîşa ser baregeha pêşmerge de axivî û got: “Rêveberiya Herêma Kurdistanê wê bersiva êrişên komên neyasayî bide”.

Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnav, di prês konfiransekê de li ser êrîşa Hewlêrê, bûdçe û mûçeyan axivî û got: “Bûdçe û mûçeyên hikûmeta herêma Kurdistanê ji alîyê Bexdayê ve nayê şandin, lê çekdarên milîs hene û jêder û cihên wan jî tên zanîn”.

Xoşnav bi berdewamî got ku “bêgumanên ewlehiya di navbera hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de wê bi cîbicîkirina rêkeftina ewlehiyê bê çareserkirin”.

Xoşnav di derbarê Hikûmeta Bexdayê û helwesta wê de jî axivî û got: “Pêwîste hikûmeta Iraqê helwestek cidî li hember grûpên neyasayî nîşan bide. Rêveberiya Herêma Kurdistanê wê bersiva êrişên grûpên neyasayî bide. Em bang li hevpeymanên xwe dikin ku qada esmanî ya Herêma Kurdistanê biparêzin”.

Back to top button