Cîhan
Kolberekî din ji alî hêzên rejîma Îranê ve hat kujtin

Kolberê bi navê Ehmed Sadiqî û xelkê bajarê Seqizê, ji alî hêzên leşkerî yên rejîma Îranê ve li ser sînorê Banê hat kujtin. Hejmara kolberên Kurd ên ku bi destên hêzên rejîma Îranê di heyama 10 mehan de li ser sînorê Banê hatine kujtin, giha 18 kesan.
Li gor Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Şemîyê 30ê Kanûna 2023an, Ehmed Sadiqî xelkê gundê “Qebaxlû” yê girêdayî bajarê Seqizê li sînorê “Hengejale” yê Banê bi gullereşandina rasterast a hêzên hikûmetî hat kujtin.
Li gor agahiyên Hengawê, Ehmed Sadiqî 32 salî û bavê kurekî 9 salî ye.