Polîtîk

Mesrûr Barzanî bang li Sûdanî kir ku komên çekdar ceza bike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sûdanî xwest ku ji bo rawestandin û cezakirina komên ku êrişî Herêma Kurdistanê dikin gavên berbiçav bavêje.  

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî got: “Em dilgiraniya xwe li hember êrişa terorîstî ya ku şeva borî li ser baregeha Hêzên Pêşmerge li bakurê rojhilatê Hewlêrê tînin zimên. Ez êrîşa hêzên neqanûnî û hevkarên wan bi tundî şermezar dikim”. 

 Barzanî herweha got: “Em van lîztikên ku ji alî kesên neqanûnî ve tên piştgirîkirin baş fêm dikin û mafê me ye ku em gelê xwe biparêzin”.

Mesrûr Barzanî di berdewamiya daxuyaniya xwe de anî zimên ku “pêwîste hikûmeta federal her êrîşa li dijî Herêma Kurdistanê wek êrîşek li dijî tevahiya Iraqê bibîne, helwestek cidî nîşan bide, bi çalakiyan bersivê bide û got: “Ew bi pere û çekên dewletê êrîşî Herêma Kurdistanê dikin, aramiya tevahiya welat têk didin û şer û pevçûnan li welatekî ku ewqas xwîn tê rijandin, çêdikin“. 

 Mesrûr Barzanî bang li Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sûdanî kir ku ji bo rawestandina van êrîşan tedbîrên pêwîst bigire, koman ceza bike û herêmên ku êrîş lê hatine kirin kontrol bike.

Back to top button