Cîhan

Erebistanê rê neda sirûd û pankartên tîma Tirkiyê

Werzîş û fûtbol ji bo dostanî, aştî û bratiyê tên lîztin. Nabe ku kesek werzîş û fûtbolê ji bo armanc û propaganda nîjadperestiyê bi kar bîne. Lê Tirk wek ku di her tiştî de dikin, di fûtbolê de nîjadperestî û propagandaya Tirkayetîyê dikin.  

Di Kûpaya Super a Erebîstana Siûdî û Tirkiyê de bohran derket. Ji ber ku tîmên Fenerbahçe û Galatasaray xwestin flama û pankartên ‘Ataturk’ daliqînin, ‘ Sirûda Netewî’ ya nîjadperest bixwînin û bi formayên wek ‘Çi bextewar im ku ez Tirk im’ derkevin hola lîztikê, rayedarên S. Erebistanê destûr nedan û li dij derketin derketin.

Rayedarên S. Erebistanê ev yek wek “nîşaneyên dagîrkirina welatekî“ nirxandin û maça superlîg a Tirkiyê betal kirin.

Piştî bohranê, tîmên Tirkiyê vegeriyan mala xwe û çapemeniya Tirk bertek nîşanî S. Erebistanê da û dîsa dest bi propagandaya nîjadperestiyê kir.

Back to top button