Cezayê neviya Şêx Saîd hat rakirin

Cezayê ku ji aliyê dadgehê ve bi îdiaya “propagandaya terorê” ji neviya Şêx Saîd Rûşen Firatre hatibû dayîn, hat betalkirin.
Dadgehê bi hinceta ku “propagandaya terorê kiriye” ji bo mehekê li ser medya civakî “parvekirina ala Tirkiyê” wek ceza dabû Rûşen Firat. Piştî bertek û nerazîbûnan dadgehê cezayê Rûşen Firat a ku li Erziromê dijî rakir.
Neviya Şêx Saîd Rûşen Firat, a ku li navçeya Xinis a Erziromê dijî, ji ber parvekirina ala HDP û ala Kurdistanê bi hinceta “propagandaya terorê” li mala xwe hatibû binçavkirin. Firat, piştî îfadeya li midûriyeta polîsan sewqî dagweriyê hatibû kirin û ji alî Serdozgeriya Komarê ve bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Cezayê Sulhê ya Xinisê bûbû.
Dadger biryar dabû ku Firat mehekê her roj li ser hesabên xwe yên medya civakî “ala Tirkiyê “ parve bike.
Piştî vê biryarê Rûşen Firat bi şertê kontrola edlî hat berdan û mecbûr ma dest bi parvekirina wêneyê ala Tirkiyê bike.
Baroya Amedê daxuyand ku “biryara kontrola edlî û parvekirina wêneyên ala Tirkiyê di encama desteka hiqûqî ya baroya wan de hatiye rakirin”.