Cîhan

Di lîsteya terorê ya sê welatan de ye, û li Tirkiyê serbest e

Hakem El Mutaîrî yê ku li sê welatan di lîsteya terorê de ye, li Tirkiyê hat binçavkirin û serbest hat berdan. Hat diyarkirin ku Mutaîrî yê ku ji sala 2018an ve li Tirkiyê dijî bi AKPî yan re çûye Diyanetê û li zanîngehan konferansa jî dane.  

Hakem El Muteyrî yê Kuweytî, ku di lîsteya terorê ya Erebistana Siûdî, Misir û Îmaratê de cîh digire, di 25ê Kanûnê de ji bo dersînorkirinê hatibû binçavkirin û doh hatibû berdan.

Hat zanîn ku Mutaîrî ji sala 2018an û vir ve li Stenbolê dijî.  Li gor nûçeya malpera 10 Xeber ê, Hakem El Muteyrî piştî mirina Usame Bin Ladin di sala 2011an de daxuyaniyek belav kir û ji ber cîhada wî ya li dijî Rojava tê de pîrozbahî li rêberê El Qaîdeyê kir.

Peywendiya Muteyîrî bi Ebdulrehman Bin Umêr El Nûîmî re jî heye, ku yek ji fînansorên El Qaîdeyê di lîsteya cezayên Neteweyên Yekbûyî û Amerîkayê de ye.

Ji sala 2006ê ve, Muteyrî wek endamê Desteya Rêvebir a Kampanyaya Gerdûnî ya Berxwedana li Dijî Êrîşan, bi serokatiya El-Nûayîmî kar dike.

Back to top button