Nivîsar

Kerkûk û hestên netewî..

Sîparîş û dek û dolabên dubarebûyî..

Ji bo ku hem rojeva Tirkiyê û hem jî rastîya Kurdistanîbûna Kerkûk û derewa Tirkmenan bê bincilkirin, êrîşa PKK û kujtina 12 leşkiran ji AKP û dewleta Tirk re bû dermanê ser birînê.

Nûrî Çelîk

Hişmendîya Netewî “bîrewerî û hezkirina millet û welêt” e . Hişmendîya netewî, “hest û hişmendîya girêdana bi netewê re ye“. Ji bo xurtkirina hişmendîya netewî jî garantîya yekem ev e ku kûrbûna hişmendiya Kurd û Kurdayetîyê bê paraztin û xwedî lê bê derketin. Ev kûrbûna hest û hişmendîyê tunebe,ne Kurd bi ser dikevin, ne jî digihên mafên xwe yên rewa.  Hişmendîya netewî yekîtî û hevgirtina li hember dijminên hundir û derve, hest û helwesta xwenaskirinê ye. Kurdên ku xwedîyê hest û hişmendîya netewî ne divê bi Kurdbûna xwe, bi nasnameya xwe, bi ziman û hemû nirxên xwe serbilind û şanaz be. Heger ev nebe, pêşeroja wî, pêşeroja milet û welatê wî di xeterê de ye.

Ji bo pêkhatina hişmendîya netewî pêwîstîya yekem ev e ku milet xwe nas bike û bi meşandina vê rêyê nasnameya xwe ya netewî bibîne. Ji bo ku ew milet hebûna xwe bidomîne û li cîhanê rêz jê re bê girtin ev yek bi temamî pêwîst e. Miletek dikare miletekî mezin be, lê bi naskirina xwe, bi hişmendîya xwe mezintir dibe.

Nasnameya neteweyî û hişmendiya netewî di esasê xwe de bi awayekî civakî tê avakirin û pêş dikeve. Piştî hilbijartinên Meclîsa Parêzgehên ku di 16-18 Kanûna borî de li 13 parêzgehên Iraqê, li Kerkûk û Mûsilê hatin kirin, carek din eşkere bû ku Kurd dûrî hest û hişmendîya netewî ne. Tunebûn an jî kêmbûna hest û hişmendîya netewî, dibe sebeb ku cudayî, bêtifaqî, ezezî, malbatî û partîtî derkevin pêş û berjewendîyên wan di ser berjewendîyên Kurd û Kurdistanê re bên girtin.

 Kerkûk cara pêşî di 2017an de bi destê xêrnexwaz û xwefiroşan ve hat firotin. Ev yek ji encamên tunebûna hişmendîya netewî bû. Di hilbijartinên 16-18ê Kanûna îsal de Kerkûk dîsa hat firotin û Kerkûk radestî Ereb û Turkmenan kirin. Ji ber ku Kurd ji hest hişmendîya netewî dûr in, bi 4 lîsteyan ketin hilbijartinê û hêza xwe parçe kirin. Ev yek bû sedem ku desthilatdarîya Kerkûkê têkeve destê Ereb, Tirk û Farisan. Heger Kurd birastî xwediyê hest û hişmendîyek netewî bûna, wê bi yek lîsteyê têketina hilbijartinê û Kerkûk ji destê Tirk, Ereb û Farisan derxistina. Lê nekirin. Berjenwndîyên wan yên malbatî, eşîrtî, îdeolojîk, olî û partîyîyê zora hişmendîya netewî û berjewendîyên Kurd û Kurdistanê bir. Yanî, Kerkûk cara duyem hat firotin. Hem jî bi destê hemû hêz û partîyan.

Her çiqasî Kurdan li Kerkûkê 7 kursî bi dest xistibin jî, wê di rêvebirîyê de nebin xwedîyê bandorek mezin. Gotinên berpirsên PDK û YNK tunebûna hest û hişmendîya netewî-Kurdistanî pir vekirî eşkere dikin. Di derbarê mijarê de Serokê Buroya Hilbijartinê ya YNK ya Kerkûk-Selahaddîn Elî Kelayî ji Rûdawê re got:  “Kurd nikarin deng, pişk û çeperên xwe li Kerkûkê biparêzin “. Taha Teyfur jî, ku wek çavdêrê PDKê beşdarî hilbijartinê bû, ji Rûdawê re got: “Mixabin me nikarî nêzîkatîyek Kurdistanî nîşan bidin. Lê belê Kurdan dikaribû bi vê hilbijartinê pêşerojek baştir ava bikin”. 

Yanî, gotinên min ne heqaret yan buxtan in, berpirsên her du partîyan jî qebûl dikin ku hest û hişmendîya netewî-Kurdistanî bi wan re kêm e yan tuneye û ji ber vê jî li Kerkûkê bi ser neketine.

Şerê PKK ê sîparîşa cendekan..

Birastî êdî em hîn bûne. Ji ber ku ev lîztik, ev dek û dolab bi salan e tên lîztin, êdî ji me re ecêb nayên.

Bala xwe bidinê, çi cara ku hikûmeta AKP yan jî dewleta Tirk dikeve tengasîyê, hew we dît PKK êrîşî artêşa Tirk kir û çend cendek û tabût bi ser wan de şandin. Berî her hilbijartinê PKK û artêşa Tirk bi awayekî şêwir û mişêwir li çend herêman şerê hev dikin û rojeva Tirkiyê diguherin. Di êrîşa PKK a Xakurkê de (17ê Kanûna îsal) 12 leşkirên Tirk hatin kujtin (PKK dibêje 76-78). Ji hilbijartinan re çend meh mane, aborîya Tirkîyê pir xirab e û hemwelatîyên Tirkîyê ji AKP û siyaseta wê pir ne razî ye. Bi kujtina 12 leşkirên Tirk rojeva Tirkîyê dîsa hat guhertin û hestên netewperestîya Tirk dîsa hat vejandin. AKP û Erdogan ji niha de dest bi propagandaya şehîdan kir û di raya giştî de DEM partî û CHP wek hevkar û qatilên 12 şehîdên xwe nîşan da. Xuyaye heta hilbijartinê wê ev propaganda ji AKP û şirîkên wê re bibe xala sereke ya propagandayê, û ji bo ku CHP û DEM partîyê di nava girsa gel de riswa bikin, belkî çend êrîşên din jî ji PKK bên xwestin û çend cendek û tabûtên din jî bên sîparîşkirin.

Alîyek din a êrîşa PKK û guhertina rojevê jî bêguman hilbijartinên Kerkûk û Musilê ye. PDK li Mûsilê bû partîya duyem û di meclîsa Mûsilê de 4 kursî bi dest xist. Her çiqasî ne li gor dilê me be jî, Kurdan li Kerkûkê 7 kursî bi dest xistin û Tirkmen di kêmanîyê de man. Dewleta Tirk ji sibê heta êvarî digot Kerkûk bajarê Tirkmenan e. Lê di hilbijartinê de Tirkmen têk çûn û derewa dewleta Tirk di qirika wan de asê ma. Ji bo ku hem rojeva Tirkiyê û hem jî rastîya Kurdistanîbûna Kerkûk û derewa Tirkmenan bê bincilkirin, êrîşa PKK û kujtina 12 leşkiran ji AKP û dewleta Tirk re bû dermanê ser birînê.

Îhtîmala sêyemîn jî  şerê Hamas û Îsraîlê û provokasyonên dewleta Tirk e. Wek hûn zanin, Erdogan û hêzên dewleta Tirk hevalbendîya Hamas û Filistînîyan dikin û bi tundî êrîşî Îsraîl û Netanyahû dikin. Êrîşa PKK û kujtina 12 yan 78 leşkirên Tirk dibe ku tolhilnanek ji yên Amerîka û Îsraîlê be da ku peyamekê bidin Erdogan ku kiryarên ji bejna xwe dirêjtir neke. Ev tenê îhtîmalek e. Lê sedema guhertin û bincilkirina rojev û pirsgirêkên Tirkiyê û Kerkûkê sedemên herî xurt in. Herweha êrîşa PKK derfet û xwesteka ku dewleta Tirk zêdetir têkeve Başûrê Kurdistanê û hetta berê xwe bide Kerkûkê jî xurttir kir. Ji xwe armanca herdu alîyan jî ev e. Dagîrkirina Başûrê Kurdistanê, têkbirina destkeftîyên Herêma Kurdistanê û lawazkirina PDK û Barzanîyan.

Bi kurt û Kurmancî; herdu alî, ango PKK û dewleta Tirk bi şerekî bi kontrol, bi şêwir û mişêwir hevdu temam dikin û çi cara ku ji pêwistîyê dibînin, hevdu ji astengî û qeyranan xilas dikin. Vê êrîşê gotinên Sekreterê Konseya Ewlekarîyê Org. Tuncer Kilinç carek din anî bîra min. org. General Kilinç digot, „ Ji bo me tekoşîna bi PKK re ne girîng e. Çunkî em bi PKK re şerekî bi kontrol dimeşînin. Ji bo me ya girîng ev e ku em nehêlin li Başûr bi destê Barzanîyan Kurdistanek serbixwe bê avakirin. Me Barzanî di çavê Kurdên Bakur de reş kir, ji bo me ya girîng ev e“.

Back to top button