32 şikbarên DEAŞê hatin girtin
Bi operasyona hevpar ya Teşkîlata Îstixbarata Netewî (MÎT) û Midûriyeta Giştî ya Ewlehiyê 3 jê berpirsên rêxistina terorê ya DEAŞê, 32 şikbarên ku amadekarî dikirin li Tirkiyê êrîşî sînagog, dêr û Balyozxaneya Iraqê bikin hatin girtin.
Li gor agahiyên çavkaniyê ewlehiyê, pêkhateyên rêxistina terorîst a DEAŞê bi serperestiya berpirsê îstixbaratê yê rêxistinê Micbel el-Şuweyhiyê “Ebû Yaqîn el Iraqî” û Mihemmed Xîlaf Îbrahîm “Ebû Leys” amadekarî dikin ku êrîşî sînagog û dêrên li Tirkiyê bikin û Îyheb Elaniyê bi nasnavê “Ebdullah el Cumeylî” jî amadekarî dikir ku êrîşî Balyozxaneya Iraqê bike.
Li 9 bajaran bi operasyona MÎT û ewlehiyê 3 jê berpirsyarên rêxistina DEAŞa 32 şikbar hatin girtin.
Di operasyonê de gelek materyalên dijîtal yên rêxistinî jî hatin bidestxistin.