Mazlûm Abdî bang li Civaka Navnetewî kir

Fermandarê Giştî yê HSD Mazlûm Ebdî bang li Civaka Navnetewî kir ku ji bo rêlibergirtina êrîşên Tirkiyê yên li ser Rojava û paraztina aramiya herêmê bikevin nava liv û tevgerê.
Wezareta Berevaniya Tirkiyê (MSB) ragihand ku di şerê 2 rojan de li devera Xakûrk a ser sînorê Herêma Kurdistanê di operasyona Pençeşêrê de, di şerê navbera PKKê û Hêzên Çekdar ên Tirkiyê de 12 leşker û 16 endamên PKKê canê xwe ji dest dane. Piştî şer û pevçûnan, balafirên şer ên artêşa Tirkiyê dest bi bombebarankirina sînorên Herêma Kurdistanê û Rojava kirin.
Piştî kujtina 12 leşkirên artêşa Tirkiyê, balafirên bêmirov ên artêşa Tirk li Qamişlo, Tirbespî, Kobanî, Amûdê û Dêrikê gelek cîhên sivîlan, di nav de parzûngeh, çapxane û kargehên petrolê kirin hedef. Di encama bomberdûmanan de 2 jê jin 8 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û 11 kes jî birîndar bûn.
Di vê derbarê de Fermandarê Giştî yê HSD Mazlûm Ebdî, bang li Civaka Navnetewî kir ku ji bo rêlibergirtina êrîşên Tirkiyê yên li ser Rojava û paraztina aramiya herêmê bikevin nava liv û tevgerê û bêdeng nemînin.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî têkildarî bombebarana Tirkiyê ya li ser Rojava li ser hesabê xwe yê X daxuyaniyek weşand.
Mazlûm Ebdî, di daxuyaniya xwe de wiha got: “Êrîşên dewleta Tirk îro bi berfirehkirina binesaziyê û navendên sivîl li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûye metirsîdar. Ev alozî, ku ziyanên mezin gihandin sivîlan, nîşan dide ku siyasetek nû ya wêrankirinê hatiye pejirandin”.
Fermandarê HSD da zanîn ku ev êrîş aramiyê têk dibe û metirsiyên li ser sînor, fikar û rageşiyê zêde dike.


