Cîhan

Perînçek: Referandûma Kurdistanê bi hevkariya Tirkiye, Sûriye, Îran, Iraq û Rûsyayê têk çû

Wezareta Karên Derve ya Îranê li paytext Tehranê Konferansa Şêwra Siyasî ya Bilind a li ser Filistînê li dar xist. Serokê Partiya Vatan ê Dogu Perînçek di konferansê de axivî û mikur hat ku Referandûma Serxwebûna Kurdistanê bi destê Tirkiye, Sûriye, Îran, Iraq û Rûsyayê hatiye têkbirin û ev siyaset bi ser ketiye. 

Perînçek di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser Referandûma Serxwebûnê ya ku di Îlona 2017an de li Herêma Kurdistanê hat lidarxistin û got: “Yekîtiya Tirkiye, Îran, Iraq, Sûriye û Rûsyayê bi astengkirina îlankirina dewleta duyemîn a Îsraîlê (Kurdistanê) modela aştiyê ava kir. Ez wê demê li Tehranê bûm û xebata me ya bi birêz Elî Ekber Welayetî re encamên gelek bi fêde derxist. Ew model îro jî derbas dibe”.

Serokê Partiya Vatan ê Dogu Perînçek, bi vê mikurhatina xwe carek din eşkere kir ku Tirkiye, Sûriye, Îran, Iraq û Rûsya li dijî Referandûma Serxwebûna Kurdistanê bi hev re kar kirine û îro jî li dijî destkeftiyên Başûr û Rojavayê Kurdistanê hevkariyê dikin.

Wek tê zanîn, serokên part û aliyên siyasî yên Kurdistanê ku di 7ê Hezîrana 2017ê de li Hewlêra paytext bi serokatiya Serok Mesûd Barzanî li hev civiyan, roja “Referandûma Serxwebûnê” wek 25ê Îlona 2017ê diyar kirin.

Di referandûma ku li herêmên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê û rêveberiya wê hat kirin, ji dengdêran “Gelo em dixwazin herêmên derveyî Herêma Kurdistanê û rêveberiya wê serbixwe bin?” pirs hat kirin. Di referandûma ku nêzî 3 milyon û 305 hezar kes beşdar bûn, rêjeya kesên ku gotine “Erê” ji sedî 93 bû.

Back to top button