Civak
Suryaniyan li Mêrdînê Cejna Jidayikbûnê pîroz kirin
Civaka Suryaniyên Mêrdînê bi merasîmekê Cejna Jidayikbûna Hz. Îsa pîroz kir.
Suryaniyên li Mêrdînê li Dêra Kirklarê hatin cem hev û Cejna Jidayikbûna Hz. Îsa pîroz kirin.
Suryaniyên ku bi pêşengiya Keşeyê Dêra Kirklarê Horî Gabrîel Akyuz dest bi merasîmê kirin û piştî mûm pêxistin dest bi dua kirin.
Di merasîmê de bi zarokan re tora vaftîzê hat lidarxistin, buxûr hat şewitandin û sirûd hatin gotin.
Merasîm bi pêxistina agir dewam kir. Keşeyê Dêra Kirklarê Horî Gabrîel Akyuz, di derbarê Cejna Vejînê de agahî da civaka Suryaniyan û cejna wan pîroz kir.
Piştî rêzgirtinê Suryaniyan hev pîroz kirin û ji dêrê derketin.
Herweha Sekreterê Giştî yê Weqfa Ortodoksa Kevnar a Suryaniyan Murat Ozberk jî cejna Suryaniyan pîroz kir.