Li Mûşê kûçikan jinek 79 salî brîndar kir
Kûçikên serberdayî li bajarên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bûne pirsgirêkek mezin. Kûçikên ku kuçe û kolan dagirtine û gava birçî dibin êrîşî xelkê dikin, bûne xof û tirsa xelkên bajêr.
Li Vartoya navçeya Mûşê kûçikan êrîşî jinekê kir û ew brîndar kirin.
Medîne Kiziltaş a 79 salî li Taxa Yukarialagoz wexta ku bi rê de dimeşiya, kûçikan êrîşî wê kir û ew brîndar kirin.
Kûçikan dest û lingê jinikê gez kir û ew brîndar kirin. Piştî hawara jinikê, xizm û merivên pîrejinê kûçik dan ber keviran, ew jê dûr xistin û Medîne Kiziltaş birin nexweşxaneyê.
Li nexweşxaneyê birînên Kiziltaşê hatin pêçan û kontrolên wê hatin kirin. Hat ragihandin ku rewşa wê baş e.
Pispora cerahiya plastîk û estetîkê Dr. Îlkay Şamil Beydîlliyê kontrolên Kiziltaşê kir û got ku di çîmên jinikê û destên wê de brînên mezin hene.