Netanyahu bi Pûtîn re axivî û nerazîbûna xwe da kifşkirin
Hat ragihandin ku Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu roja yekşemê bi Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn re hevdîtin pêk anî û nerazîbûna xwe ya li hemberî “helwestên li dijî Îsraîlê” yên balyozên Moskovayê yên li Neteweyên Yekbûyî nîşan da.
Li gorî Ajansa Reutersê, Rûsyayê piştgirî da biryara Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ya agirbesta li Xezeyê, ku roja Înê ji aliyê DYAyê veto bû. Di daxuyaniya Îsraîlê de hat diyarkirin ku Netanyahu di hevdîtina xwe ya bi Pûtîn re li hember hevkariya “xetere” ya Rûsyayê ya bi Îranê re “nerazîbûna xwe ya tam” aniye ziman.
Kremlînê got ku Rûsya amade ye ku hemî alîkariyê pêşkêş bike da ku êş û azarên sivîlan sivik bike û şer kêm bike.
Di daxuyaniya Kremlînê de wiha hat gotin: “Vladimir Putin helwesta prensîb a redkirin û şermezarkirina her cure terorê dubare kir. Di heman demê de pir girîng e ku têkoşîna li dijî gefên terorîstan ji bo gelê sivîl bibe sedema encamên wiha giran.”
Wezîrê karên derve yê Rûsiyê duh got ku divê şandeke çavdêriyê ya navneteweyî ji bo şopandina rewşa mirovî biçe Xezayê.