Pîvana nijadperestiyê çiye? Kî nijadperest e!
Dema ev îdeolojî bikevin pêşiya doza netewî û rê li xwedî derketina doza Kurdistanî bigre ev tê wateya ku mirov doza xwe ya bingehîn fedayê îdeolojiyê dike…
Dara Bilek
Gelek cara dema hinek bûyer rûdidin, di raya giştî de zehf nayên gotubêjkirin, bi du sê daxûyaniyan derbas dibe. Lê dema mirov baş naveroka van bûyeran bi kûrahî dinirxîne rastiya mejiyê kesayetên siyasî, bingehê îdeolojiya ku zihniyeta li ser hatî avakirin derdikeve hole. Li Tirkiye dema mirov behsa nijadperestiyê dike û tê zanîn ku piranî partiyên qewmî yên Tirka tên bîra me û bi gelek hesanî ew partî wek partiyên nijadperest heta faşîst têne nirxandin. Vêca şirova van partiyan bi hesanî tê kirin. Kesek jî gelekî li ser nasekine.
Li Tirkiye partiyên wek MHPê, IYI Partiyê , Partiya Serkeftinê û hinek din partiyên nijadperestên Tirk têne dîtin û piranî mirov wan ji van partiyên din dide aliyekî. Lê li aliyek din hinek partî wek partiyên çepên Tirka, mînak Partiya Komunist a Tirkiye û gelek partiyên din jî ku nave wek Ked, Çep,Şoreşger û Demokratîk li xwe kirine û di qada siyaside tevdigerin û piranî wek partiyên çep û sosyalist têne dîtin hene. Mixabin piraniya Kurda xwe behtir nêzikî wan dibînin û hinek alî li gel wan havkariya dikin û bi dengê Kurdan wan li ser linga dihêlin û wan dibin parlementoya Tirkiye û dihêlin jiyana wan a siysî berdewam be.
Lê ji partî û aliyên Tirk ,kî nijadpereste û pîvana nijadperestiyê çiye gelek ne zelal e. Gelo nijadperestiya aliyên siyasî yên Tirk, ji helwesta wan di darberê doza Kurdan de wek pîvan tê dîtin, yan îdeolojiya ku diparêzin pîvane? Mixabin ev yek ji aliye piraniya Kurdan ve ne zelal e.
Bûyerek û Têbiniyek:
Ji berî çendekî li Diyarbekirê di derbarê nave Kolanek sereke de gotubêjek çêbû. Qayûmê şeredariya mezin a Diyarbekir li ser medya civakî di daxûyaniyek ragihand û got: “Em bi rêya xwe ya nû qîmeta Amedê zêde dikin, ev jî dê herikîna trafîkê ya bajarê me gelekî sivik bike. “Me dest bi çêkirina Bulvara Şêx Seîd a 12 kîlometre dirêjahî û firehiya wê 50 metre kir, ku dê rêya Farqînê bi rêya Elezîzê ve girêbide.”
Li ser vê yekê serokê Partiya Serkeftinê Umit Ozdag daxûyaiyek ragihand û behsa vê bûyerê kir. Ozdag di daxûyaniya xwe de got: Qeyûm li Amedê Bulvara Şêx Seîd ava dike. Kîjan dewletê navê bulvara ku li bajarê ku lê hatiye darvekirin, li ser xayînekî ku li dijî wê serî hilda, bi sedan efser, karbidestên leşkerî û sivîl qetil kir û di dawiyê de cezayê darvekirinê lê hat birîn, lê kir? Ger hûn Bulvara Şêx Saît ava bikin, we çima qeyûm tayîn kir? HDP dê Bulvara Şêx Saît jî çêbike. Hûn wiya berdewam dikin. “Dema wext hat em ê navê wê bulvarê bi navê Ziya Gokalp ê lehengê Diyarbekirê lê bikin.”
Li ser daxûyaniya Ozdag, parlementerê Huda pare yê Mêrsînê Faruk Dinç daxûyaniyek da û got: “Ji ber ku li Amedê navê “Bûlvara Şêx Seîd” li rêgehekê hatiye kirin, acizbûnek derketiye holê. Ev acizbûn tê wateya paşguhkirina nirxên Amedê yên kevnar û gelê wê yê misilman“. Şêx Saîd û Atıf Xoceyê İskilipi şehîdên me yên serbilind in. Têgihiştina qirêj a ku hûn bi nêzîkatiyên nîjadperest diafirînin wê van şehîdên pakij xirab neke. Divê navê Şêx Saîd li dibistan, zanîngeh, balafirgeh û nexweşxaneyan jî bê dayîn”.
Wan jî di kulek a xwe ya îdeolojiya îslamî de ev bûyer nirxandin û helwesta xwe diyarkirin. Herweha parlementerê AK Partiyê yê Diyarbekirê Galip Ensarîoglu jî daxûyaniyek da û got: “Şaredariya Bajarê Mezin sala borî navê Abdülkadir Aksu li kolanekê kir. Aksu nirxekî Amedê ye. Ew navek e ku ji bo bajêr tiştên baş kiriye. Dîsa ji Sezai Karakoç bigire heta Mehmet Uzun û Cîgerxwîn navên kesên ku ji bo Kurdan bi qîmet in li kolanan hatin kirin. Ev tiştekî xwezayî û normal e“.
“Şêx Saîd navek û kesayetiyek e ku her kes li herêmê qedr û qîmetê didiyê. Hinek bûyera ku di sala 1925an de li Dîcleyê dest pê kir wek serhildan û hinek jî wek provokasyon dinirxînin. Şêx Ssîd alim û ramanwerekî mezin e. Cudaxwaziya mezin zîhniyeta nîjadperest e. Divê tu kes Kurdan bi cudaxwaziyê tawanbar neke. Ev cudaxwaz in dixwazin bi vejandina êşên berê welêt bikşînin nav kaosê. Ev welat ji nijadperestan zêdetir welatê Kurdan e”.
Partiya Komunist a Tirkiye şaxê Diyarbekirê jî di vê derbarê de daxûyaniyek ragihand û dibêjin ku , “ ew kesê ku navê wî li bulvarekî hatî kirin em baş nasbikin.“ Berdewamiya daxûyaniya xwe de Partiya Komunist a Tirkiye dibê:Şêx Seîd li himber Cumhuriyetê Saltanat û li himber Sekularizme xelîfetî parastiye. Ji bo vê jî îsyan kiriye. Şêx Seîd ne bi navê Kurda, bi navê siltanên ku ji welat hatîn qewirandin,bi navê xîlafetê, bi navê Vahdetîn û di berjewendiya emperyalîstê Britanî de îsyan kiriye. Eger îro qayumê ji AK Partiyî navê wî li kolanekî dike, ev jî ji zihniyeta AKPê ya dijminetiya Cumhuriyetê û ji paşverûtiya wan tê, Em wek Kurdên Komunîstên Diyarbekirê rê nadin navê kesayetên, eşaîrî, yên xilafeta diparêzin û dijminatiyê Cumhuriyetê dikin li kolanên Diyarbekir bene kirin. Emê navê kesayetên serxwebûn xwaz,yên wekheviyê diparêzin yên pêşverû wek Cigerxwîn, Musa Anter û Yilmaz Guney li van kolana bikin û ji bo jiyandina navên wan emê bitekoşin.
Serokê PKKê Abdullah Ocalan jî hevdîtineka xwe ya Îmralî de, behsa Şêx Seîd û Ataturk dike û dibêje: Şêx Seîd ne rizgarîxwazekî netewî yê Kurd bû, otonomîstekî feodal yê olî bû. (…) Serhildan ji ber ku ne pêşverû û zanistî ne, têk diçin. Ji aliye filozîfî ve jî ev welê ye. Eger tiştek li cihekî têkbiçe, ew temsila paşverûtiyê dike. Mistefa Kemal di wan şert û mercan de nûnertiya kesên pêşketî dikir. Ez nabêjim kurd paşverû bûn, serokên wan paşverû bûn. Wan Kurd sedsalekî paşve xistin. Em îro jî ji vê êşê dikişînin. Kî berpirsê vê yekê ye? Ew berpirsiyar in. (ANF 22.9.2004 ji têbiniyên hevdîtinên Îmralî)
Gelo niha eger ew kesayet û aliyên xwe niştimanperwerên Kurd dibinin, ji bo destxistina statûyek Kurdistanî tevdigerin û taybetî kes û aliyên dewletxwaz , dema li vê tabloyê dinêrin, van daxûyaniyan dixwînin çi difikirin? Her kesayet yan jî aliyek Kurd ji dilek pakij bi mejiyek serbixwe bersiva vê pirse bide gelek girîng e. Belkî jî çareseriya pirsgirêka partî û aliyên siyasîyên Kurda li bakurê Kurdistanê di vê bersivê de veşartîbe.
Gelo tişta me wek Kurd û aliyên Tirkan nêzik hev dike, ev îdeolojiyên dijminatiya tevgera Kurdistanî dike yan rastî berjewendiyên tevgera azadixwaz a Kurdistaniye? Pîvan hevkarî û dayin standina de çiye?
Pêwiste ev pirs piralî û vekirî bene gotubêjkirin , da ku em dost û dijminên nirxên xwe yên netwî ji hevudin cuda bikin û wan baş nasbikin.
Heta ku em wek Kurd dîlê îdeolojiyên deste duyem bin û li gora wê tevbigerin, em nikarin doza milet û welatê xwe di rêyek niştimanperwerî de biparêzin.
Bê guman em ji wek her insanekî, wek her civatekî xwedî bîr û bawriyên cudane, kurd jî xwedî îdeolojiyên cur bi curin. Bila herkes rêzê li îdeolojiyên hevudin bigre. Lê dema ev îdeolojî bikevin pêşiya doza netewî û rê li xwedî derketina doza Kurdistanî bigre ev tê wateya ku mirov doza xwe ya bingehîn fedayê îdeolojiyê dike û ev tê wateya firotina doza bingehîn yanî doza Kurdistanê. Wek din jî tu tarîfeka vê yekê tineye.
Dema em doza mafê rewa yê neteweyê Kurd dikin, divê ewilê em pêşiyê Kurdbin, piştre komunistbin, ewilê em Kurdbin piştre îslamîbin, ewilê em Kurdbin pişra çep bin..Her em çibin ewilê em Kurdbin piştre tiştek din bin. Yanî nabê bi navê îdeolojiyan em rê li doza destxistina famê xwe yê netewî bigrin.
11.12.2023