Ji xelkê re eşkere bûye ku tenê PDK xwediyê Kerkûkê ye
Kargêrê Liqê Sêyem ê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ragihand ku “Ev şeş sal in hemû partiyên siyasî li Kerkûkê ne lê nikarîbûn ala Kurdistanê bilind bikin. PDK berî ku vegere Kerkûkê ala Kurdisanê li bajêr bilind kir, lewma xelkê Kerkûkê PDK wek xwediyê Kerkûkê dibînin û berdewam berê xwe didin PDKê.
Kargêrê Liqê Sêyem ê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Kerkûkê Aram Ehmed Mame, di derbarê Kerkûk û vegera PDK de axivî û got: “Hemû xelkê Kerkûkê berê xwe didin PDK, ji ber helwesta Serok Barzanî ya li ser Kerkûkê û Kurdistanîbûna Kerkûkê, herwiha Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) xwediyê Kerkûkê ye. Partiyên Kurdistanî li Kerkûkê bûne û ev 6 sal in ku nikarin ala Kurdistanê li ser baregehên xwe bilind bikin, ji ber wê jî di nebûna PDKê de ala Kurdistanê nemabû. Dema ku PDK vegeriya, berî vegerê ala Kurdistanê vegerand bajêr. Niha ala Kurdistanê li her derê Kerkûkê bilind bûye”.
Aram Ehmed Mame herweha got: “Heta ku Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) venegeryabû Kerkûkê, xelkê hizir dikir ku Kurd venegeryane, lewma xwediyê Kerkûkê PDK ye. Ji ber wê jî niha xelk diherikin baregeha liqê sêyem û piştevaniya kandîd û lîsta PDKê dikin. Niha me tenê baregehek li ser lîsteya 197 ya Partiya Demokrat a Kurdistanê vekiriye û xelk tên û piştevaniya me dikin”.
KDP.Info