Em li ser xwîna gerila bûne parlementer
Parlementera BDPê Emine Ayna di çelakiyek ya jinên BDPê de li Vîranşehrê axvtinek kir. Axavtina Ayna balkêş bû.
Ayna di axavtina xwe de got: Navê vê pêvajoyê, pêvajoya dawî bûna kuştinê ye. Ev kuştin bi daxwaziya serok Apo ji holê radibin.
Ayna berdewambûna axavtina xwe de got: Ocalan ji mere got, kuştina gerila ji were imkan pêkanîn, rê li pêşiya we vekir. Hun kirin parlementer, hun bûn serokên bajarvaniyan û hun kirin xwedî kesayet û xwedî dezgeh.
Ayna berdewamiya axavtina xwe de got: Ocalan niha jî ji mere dibêje, bese vî barî li ser milê gerillan rakin. Hêdî bila gerila nemirin. Naveroka pêvajoyê eve.Bila kesek me nexapîne. Apo xwest û pêvajo destpêkir.
Eve demek bû di nav BDPê de dengê Ayna gelek dernediketa. Lê dixweyê niha jî bi awayekî dixwxwaze hinek tiştan bêje. Lê di rastiya xwe nikare tişta dixwaze bêje.
Wateya gotina Ayna ewe ku, wan heta niha li xwîna keç û kurên Kurdistanê yên ji bo azadiya Kurdistanê derketine serê çiyan siyaet kiriye û bûne parlementer, bûne xwedî kesayet û li gora xwe xwedî îtibar.
Piştî destpêka pêvajoya sekinandina şer di nav PKKê û BDPê de kî çi bêje divê bi awayekî Ocalan ve girê bide û navê Ocalan bixê di axavtina xwe de. Heyne kesek nikare rastiya xwe bi xwe jî bêje. Rewşa ayna jî niha eve.