Pêşkeftinên mezintir jî dê li herêma Kurdistanê çê bin
Nêlçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê, bi amadebûna cîgirê xwe Îmad Ehmed, digel konseya bala ya berhemanînê civiya.
Di civînê de çend biryarên giring yên taybet bi warê sermayerazandinê û ew warên herêma Kurdistanê di dereceya yekem de hilbirînê tê de dike, dan û pirojeyên berhemînanê ku nuha li herêma Kurdistanê di qonaxa cîbicîkirinê de ne nirxandin û ji bo baştir birêveçûna karên wan pirojeyên çend tewsiye ji civînê derketin.
Di civînê de komîteyek taybet hat pêkanîn ku, ew komîteya ji bo tapokirina pirojeyên tên cibicîkirin, pîvan û pênaseyan destnîşan bike û ew pirojeyên dikevin di çarçoveya wan pênase û pîvanan de bên destnnîşan kirin û ji bo konseya bala ya sermayerazandinê bên hinartin û bên tapokirin.
Di civînê de serokwezîrê Kurdistanê behsa pirojeyên herêma Kurdistanê kir û got:
– Tevî hebûna kêmasiyan jî, lê em bi paşerojê geşbîni in. Me bawerîyeke mokim bi pêşkeftina herêma Kurdistanê heye û pêşkeftinên mezintir jî dê li herêma Kurdistanê çê bin.
– Encamdana pirojeyên mezin li herêma Kurdistanê karekî gelek baş e, lê li gor mezinahiya pirojeyî divê giringî bi warê xizmetgozarî û paqijiyê jî bê dan.
Konseya bala ya învestkariyê biryar da ku, budceyeke taybet bo amadekirina masterpilana herêma Kurdistanê bê dabînkirin.